ÇalakîManşêt

Eyşa Hiso bi şêx û rûspiyên êlên Reqayê re civiya

Îro Şemiyê, hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Eyşe Hisen, li hola El-Erdê El-Seîda li bajarê Reqayê bi şêx û rûsipiyên êlên ereb ên bajarên Reqa û Tebqayê re civînek li dar xist. bi amadebûna endamên Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat.

Di destpêka civînê de endamê Meclisa Giştî ya partiyê Ehmed Xoce li ser dîroka partiyê heta qonaxa niha axivî.

Piştre hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD “Eyşa Hisen” bal kişand ser bajarê Reqayê ku piştî rizgarbûna ji terora rêxistina DAIŞ’ê rengên jiyan û demokrasiyê li xwe digire û got ku îro em di nav felsefeya netewa demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye de dijîn.

Destnîşan kir ku: b Bi nirxandina bûyerên dîrokî yên ku Rojhilata Navîn di şerê cîhanê yê yekem û duyem de derbas kirine, em dibînin ku yên yekem û herî zêde bandor li gelên Ereb û Kurd in.

Tekez kir: ku reseniya her du gelên li herêmê ew kiriye navenda bala hêzên kolonyalîst ji bo ku bi rêya şerên ku armanca wan tunekirin yan jî bindestî û heqaretê ye, erdê bi dest bixin.

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Eyşe Hisen di dawiya axaftina xwe de got: Projeya Xeta Sêyem, xeta niştimanî ya ku gelê Sûriyê li bakur û rojhilatê Sûriyê diparêze, her wiha karîbû navçeyên di bin destê DAIŞ’ê û komên wê de jî rizgar bike û Hêzên Sûriya Demokratîk û baştirîn ciwanên Kurd û Ereb ji bo bidestxistina hêviyên gelan ên ji bo azadî, wekhevî û dadmendiya civakî, pêşkêş kirin.

 

Back to top button