Gotar

Ew ew Kes bû ku Dîrok li bendê bû

Abas Omer

Di dîroka gelê Kurd de pir kesayat derketin û tekoşîn beramberî dagrîkeran dan meşandin ta ku wan jiyana xwe di vê riyê di dan û hemî jî cihê rêzgirtnê ne. Lê mirov dikarê bêje tekoşîna wan ma herêmî an li dewrûberê eşîrtiyê ma. Herî zêde ji wan serhildanên kû li Kurdistanê pêkhatîn li ser asta perçeyekî Kurdistanê man. Lê di qonaxa tekoşîna hemdem de zayînek û vejînek nû ji bajarê Pêximber Îbrahîmdi Xelîl derket. Ev vejînek nû kû weke wê pêknehatibûn. Di çarê Nîsana 1948 Rêber APO hate rûyê dinyê û ew zayîn kû bû muhreke zêrîn li ser anya dîroka gelê Kurdistan. Vejînek nû kû bi milyûnan gel li benda wê bûn.

Ew ew kesê kû hemû azadîxwaz bi pêwîstiya hêza wî bûn. Ji zaroktiya xwe de wî qeyd û kilîtên go li ser civakê hatibûn ferzkirin qebûl nekir û her dem di nava lêgerînekî de jiyan kir û behwerî bi xwe re û derdora xwe re avakir. Ew ew kesê kû hemû ciwan, rewşenbîr û jin li benda şîret û pêşengtiya wî bûn. Ew ew kes bû kû hemû dayîkên Kurdistan bi xweziya dayîktiyê jêre bûn.

Ew ew kes bû kû Got û Kir kû civak ji nû ve were avakirin. Ew ew kesê kû hemû Helbestvan, Hozan û Dengbêj li benda mêranî, qehremanî û ramanên wî yên hemdemane bûn kû ji xwe re bikin ilhama her dem û çaxê. Her ji despêka tevgerên xwe de di salên 1970 bi wêrekî li gel çend hevalên xwe got (Kurdistan bindeste) û pêdivî bi tekoşîn û şoreşê heye kû azad bibe. Ji bo vê rêxistinek weha avakirin pêwîst bû. Li sala 1978 li gel komek hevalên xwe PKK damezirandin û tirs û xofa wan kete dilê dijminde lewma dewleta tirk ket liv û tevgerê. Yekser faşîzma Kenan Evren ket ser deshilatdariyê. Kuştin û gortinê dest pêkir û pêşengên tekoşînê, çalakvanên siyasî û her kesê kû li hember zordariyê serê xwe rakir kirin armancên xwe. Lê tekoşîna Rêber Apo tevî giritina gelek qehremanên rêhevalên wî berdewam bû û bû şoreşa ronakbîriya rêya azadiya gelê Kurdistan.

Back to top button