ManşêtNûçe

Evîn Siwêd: Ji bo bidawîkirina tundî û dagirkeriyê divê em têkoşînê bilind bikin

Evîn Siwêd di kongreyê 8’emîn de yê Kongreya Star de axivî, di detspêkê de pêşwaziya hemû jinên ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, paytexta Sûriyê Şamê, mêvanên ji Başûrê Kurdistanê, nûnerên partî û hêzên siyasî û Rêveberiya Xweser, endamên Kongreya Star û şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) kir û wiha got: “Jin bi saya fedakariyên jinan û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin yek, gihîştin vê astê. Em berxwedana jinan li dijî dagirkeriyê silav dikin.”

Evîn îşaret bi aloziya Sûriyê kir ku roj bi roj kûrtir dibe û wiha got: “Jin û zarok qurbaniyên vê hegemonyayê bûn. Jin rastî kuştin, koçberî, tecawizkirin û zewicandina di temenê biçûk de hatin. Ne tenê jin û zarok, lê belê aliyên şerê Sûriyê destdirêjî li hemû zindiyên xwezayî û binesazî kirin.”

Evîn wiha axaftina xwe domand: “Jinan bi têkoşîn û berxwedana xwe neketin bin serweriya desthilatê û hêzên hegemon ên Sûriyê. Bi yekitiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû siyasetên zilmê û êşên ku ji ber dagirkeriya Tirk hatine kişandin, hatin bersivdayîn û destkeftiyên mezin hatin bidesxistin.”

‘JI VÊ DERÊ EM PIŞTIGIRIYA XWE JI JINÊN ŞENGALÊ RE NÎŞAN DIDIN’

Girêdayî siyasetên li Başûrê Kurdistanê, Evîn Siwêd wiha got: “Dîrok xwe dubare dike. Dewleta Osmanî gelê Ermen qir kir, îro jî heman qirkirina siyasî li dijî gelê Kurd ê Bakurê Kurdisanê dubare dikin û jin, siyasetmedar, sivîl û rojnamevanan destgîr dikin.”

Evîn wiha domand: “Li Başûrê Kurdistanê jî jin rastî zilmê tên, lê belê serê xwe natewînin. Me gelek xwepêşandanên jinan ku banga mafên xwe yên rewa dikin, dîtin. Li Şengalê sala 2014`an, jinên êzidî rastî tecawiz, îşkence, kuştin û firotinê hatin. Piştre artêşeke jinên êzidî hate avakirin da ku xwe ji pencên DAIŞ`ê rizgar bikin. Lê belê em îro dibînin ku bûyerên qirkirina gelê Şengalê bi plan û siyasetên hikumetên Bexda û Hewlêrê, dubare dibin. Ji lew ra, ji vê derê em piştgiriya Şengalê û jinên êzidî dikin.”

‘JI BO BIDAWÎKIRINA TUNDÎ Û DAGIRKERIYÊ DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN’

Her wiha Berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd berxwedana Heftanînê ku serkeftinên mezin ên bi saya fedakariyên şehîdan hatin bidestixistin, silav kir û wiha lê zêde kir: “Bi yekitiya jinan em ê siyasetên dijberî gel û xaka me têk bibin û Sûriyeke azad û demokratîk ava bikin. “

Evîn di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku biryarên girîng ji kongreya 8`emîn a Kongreya Star derkevin û wiha tekez kir: “Ji bo bidawîkirina tundî û şerê li dijî jinan û parastina jinan ji hemû dijminan, divê jin têkoşîna xwe bilind bikin.”

ANHA

Back to top button