Jinên Kurd û enternasyonalîst, êrîşên hevwext ên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê û êrîşa hêzên hikûmeta Kazimî ya li ser Şengalê bi xwepêşandanên li ber Parlamentoyê Ewropayê protesto kirin.
Di çalakiya bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) hat lidarxistin de Berdevka Têkiliyên Derveyîn ên TJK-E’yê Ayşe Îrîs, Berdevkar Kongra Star a Ewropayê Zozan Derîk û li ser navê jinên enternasyonalîst Sara, her yekê axavtinek kir.
Di axavtinan de hat destnîşankirin ku hewil tê dayîn ku vîn û hêviya hemû gelê Kurd bişike lê belê gerîla û gelê Kurd û dostên wan bi hev re van êrîşan têk dibin.