Çand û HûnerManşêt

Enwer Muslim ji HRRK’ê re: Tevî zehmetiyan em na rawestin di riya ku me destpêkiriye  

Hevserokê hevbeş ê Partiya Yekîtiya Demokrat piştgiriya xwe da biryar û tedbîrên ku Yekîtiya Çandê yên ku digrin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destxistina nêzîkatiyan di nvbera hemû aliyan de û domandina deskeftiyan, tekez kir li ser pêwistiya haya me ji xeteriyên li hember herêmên derdikeve di vê qonaxa heyî de.

Di hevdîtinekê de hat, Enwer Muslim hevserokê hevbeş ê Partiya yekîtiya Demokrat li gel endamên desteya serokatiya Yekîtiya rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK).

Di çarçoveya axaftinan de Muslim îşaret kir ku ev hevdîtin tê bi tememkirina ji komek ji hevdîtin û diyalogan yê ku pêk tîne bi hemû çalakiyên çandî civakî, destnîşan kir li ser pêwistiya ku ev hevdîtin bi ramanên nû û cuda girêdayî dozên kar û barên giştî derkeve.

Muslim wiha lê zêde kir: Nîqaşên kar û barên giştî mîna van hevdîtinan tê wateya li ser rêbazên cuda, ramnên gelek û pîvanên girêdayî wê diaxivin.

Muslim hişyarî kir, ku herêm li hemberî gelek zehmetiyan tê ji ber vê divê hewlidanên hemû aliyan bikin yek ji bo li hemberî wê derkevin bi hişmendî, hesasiyet, têghiştin û kar, û em her dem di aliyê raya giştî yek bin, tekez kir li ser amadeyên Partiya Yekîtiya Demokrat ji bo alîkariyê bi hemû aliyan bike bi armanca pêşxistina siyasî, çandî, pêşxistina hişmendiyê û sûdê ji hemû pêşînyaran bikin.

Îşaret kir ku yekîtiya refa hundirîn û sekinandina yek refî ew e erka netewî ye di siya guhertinên heyî, tekez kir li ser giringiya rola rewşenbîran di xizmeta civakê de ji ber ku cudabûna curbicûr e û dewlemendiya dîmena netewî ye, îşaret kir li ser hebûna hin xeletiyan yên ku dibin zehmetî li pêşiya pêşketina civakê û hevgirtina wê bi taybet yê ku hatiye veşartin di bin cilê netewî yê û hewl dide hêz û desthilatdariya xwe di riya wê bazirganiyê bike.

Muslim wiha da xuyanîkirin ku kêmbûna hişmendiyê ew e dijminê herî xeternake, hilandina demên borî jî, û civakan xerab dike, îşaret kir li ser giringiya xuyakirina sedemên tunebûna hişmendiyê û sextekariya wê, û amûrên ku tên bikaranîn di sextekariya wê û çwaniya parastina zarokên civakê ji vê beleyê.

Piştrast kir ku yekîtiya Çandê berpirsyariyek mezin dikeve ser mile wê, bi hemî saziyên din re, di piştgiriya nirxên exlaqî û nasnameya niştimanî û belavkirina çandê.

Muslim got pêwistiya çalakirina di navbera hemuyan de ji bo dîtin û nêrînên rasterast pêşkêş bikin. Di atmosferek ku azadî û demokrasî tê de hebe yê ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyan dike.

Tekez kir ku tevî zehmetiyên gelek yên li hemberî me, em tu carî na rawestin di riya ku me detpê kiriye di hemû astan.

Di dawiya axaftinên xwe de Enwer Muslim tekez kir ku li pêşiya herêmê zehmetî derdikevin ji aliyê hêzên derve ku ewlehiya welat û gelên herêmê tehdîd dike diyardeyên herî berbiçav ku Tirkiyê bi alîkariya hin çeteyan hinek herêm dagirkir, ew e li ser her kesî ferz dike bi rolekî bêhtir êrênî û çalaktir pêk bîne di pêşxistina raya giştî bi wan dozan û zehmetiyên li pêşiya gelên herêmê derdikeve.

Back to top button