ManşêtNûçePYD

Enwer Muslim: Em bang li dewletên cîhan û gelên wê dikin ku erkê xwe yê exlaxî bi cih bînin

Di der barê gotina xwe de li pêşiya endamên partiyê û keysayet û hêzên siyasî di kongreyê 9’emîn a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Muslim got: Em bang li dewletên cîhanê, gelên wê, hemû hêzên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi giştî dikin ji bo bêdengiya xwe bişkînin û piştgiriya madî û manweî pêşêkî Rêveberiya Xweser bikin û her wiha piştgiriya gelê Sûriyê bikin ji bo jiyaneke aram û bi rûmet li ser xaka xwe bêyî destwerdan, her wiha em her êrîşeke leşkerî red dikin û daxwaz ji meclisa ewlehiyê û civaka navdeweletî dikin ku li ser pêkanîna birayara “2254” bisekin û kar bikin li ser bidawîbûna dagirkeriya Tirkiyeyê li ser parçeyên xaka Sûriyeyê, em şermezarkirin û redkirina dagirkeriyê û terorê ya ku dewleta Tirk bi hemû şêwayan û wêneyan pêk tîne, dûbara dikin.

Em dibînin ku bidawîbûna dagirkeriyê û têkbirina koka terorê ne mumkine bêyî bidestxistina yekîtiya niştimanî di navbera hemû gel û pêkhateyên Sûriyê, û diyaloga cidî û zelal di navbera wan de misogeriya pêkanîna wê dike.

Enwer Muslim hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat got: Çavên hemû pêkhateyên Sûriya îro ber bi vê holê ye û bawerin ku em ê ji vê kongirê hemû tiştên ku xizmeta sûriyan dike ji azadî û demokrasiyê derxînin û çareseriyên ku hemû kes pê razîbe, em tekez dikin ku riya têkoşînê di partiya me de wê li ser heman soza xwe bimîne, û di piştgiriya hêzên di eniyên şer de û di şopandina riya şehîdan, em ji projeya xwe ya demokratîk bawerin ku Sûriya û herêmê bighînin deriyê demokratiyê bi hemû hewildanên niştimanî.

Back to top button