ÇalakîManşêt

Enwer Muslim: Dagirkerî berdewam nake, zû an dereng ew ê bidawî bibe

Di bin drûşmeya” Bi rihê berxwedana rûmetê û hemleya azadiyê em ê dagirkeriyê bidawî bikin” Desteya Çand û Huner û Tevgera Mozopotameyayê ya Demokratîkli herêma Cizîrê çalakiyeyk li kampa Waşûkanî bi boneya berxwedana Rûmetê li Girê Spî û Serêkaniyê pêk anî.

Berî destpêkirina çalakiyê pêşengeha wêneyên û panelên li ser berxwedana Serêkaniyê vekirin û piştre çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpêkir ji bo giyanê şehîdan.

Di destpêka çalakiyê de heval Enwer Muslim hevserokê Partiya me Partiya Yekîtiya Demokrat PYD axivî li ser derbaskirina salekê li ser dagirkeriya Tirkiyey ji herêmên Girê Sipî û Serêkaniyê, û li ser êşa gel me û ew dûrî mal û axa xwe ne, tekez kir ku ev hemû mixabin di bin çavên civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan pêk tê.

Muslim îşaret kir ku “Rastiyek heye divê hemû bizanîbin ku dagirkerî nayê domandin lê belê wê bdawî bibe, û şênî vegerin Serêkaniyê, û di vê çarçoveyê de divê em bêhêvî nebin lê belê em hevgirtî û alîkarbin bi hev re û têkoşîna xwe ya demokratîk bilind bikin û şantajê li ser civaka navdewletî bikin ji bo eşrekirina hemî kiryarên dewleta Tirk û tiştê ku pêk tîne ji sûcên şer der heqê gelê me ji girtin û guhertina demokgafî”.

Muslim wiha lê zêde kir ” Em di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em razî nabin ku dagirkeriya Tirkiyeyê li ser xaka me berdewam bike û em ê hemî herêmên xwe ji Îdlib, Îzaz, Serêkaniyê û Girê Spî û her parekê ji axa me yî dagirkirî rizgar bikin, em Sûrî em ê yek dest bin di warê Dîblomasî û siyasî de, û em ê kar bikin li ser xurtkirina Hêzên Sûryia Demokratîk heta rizgarkirina xaka me ji dagirkeriya Tirkî.”

Muslim destnîşan kir ku”Di hundirê Tirkiyeyê de anha aloziya Aborî, Siyasî û civakî heye ji ber vê yekê Hikûmeta Dad û Pêşveçûnê hewl dide aloziya xwe derxîne derve di riya dagirkirina herêmên me li Rojava, û bombebarana herêmên Başûrê Kurdistanê, bi vî tiştî têr nebû û destwerdan di kar û barên Lîbyayê jî kir, her wiha li ava Yûnînastina û Qubrs li Rojhilata deryaya Spî jî kiryayrên xwe pêk tîne, û anha jî piştgiriya Ezirbêcanê dike li dijî gelê Ermenî”.

Di çarçoveya doza Kurdî Muslim tekez kir ku divê dewleta Tirk bi awayê demokratîk li hember gelan û li serê wan Kurd û doza Kurdî, tevbigere.

Di dawiya gotina xwe de Muslim got: Rêber Abdullah Ocelan banga aştî û jiyana heveş kir di navbera gelên herêmê ji ber vê yekê rastî komploya navdewletî hat û tecrîd lê hat ferzkirin, ji ber ew ku dixwaze civak û gel bi aştî jiyan bikin, û wiha domand:” ji aliyekî din ve rêjîma Sûrî yê ku hewl dide aloziya Sûrî dirêj bike bi zihniyeta wî yî hişk yê ku naxwaze îtîraf bi xeletiyan bike ku dixwaze vegere berî 2011, ji ber vê yekê rêjîm hewl dide bi hemû awayan fitneyan di nvbera pêkhateyên Sûriyeyê çêke, û bi şerê taybet bi belavkirina derewan ji bo pêvketina pêhateyan dinav hev de, ji ber vê divê hemû yek dest bin bi Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk ya ku hemû pêhatyan temsîl dike.

Berî destpê kirina çalakiyên çandî bi navê Malbatên Şehîdan Ebdil Rezaq aixvî, bi navê birîndaran Hebûn Srêkaniyê li ser fedekariya gelê me û qehremaniya Yekîniyên Parastina Gel û Jin û QSD aixvî.

Piştî gotin bi dawî bûn tîmên muzîkê” Tîma Serêkaniyê-Tîma Reqa- Mizgîn Tahir” para xwe ya çand û huner pêşkêş kirin.

   

Back to top button