ÇalakîManşêtNûçePYD

Enwer Muslim: Bêdengiya civaka navdewletî derfet da Tirkiyê ku kiryarên hovane pêk bîne

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD di gotina xwe de, di kongreya 9’emîn de ya partiyê got: Partiya me di her du salên borî de bi çend bûyeran debas bû, jê belavbûna pandamiya Koronayê û zêdebûna dijminatiya dagirkiriya Tirkiyê ji gelê kurd re bi bombebarankirina herêmên ewle çi li başûrê kurdisatnê an li bakurê kurdistanê û hedefgirtina balafirên wî ji kesayetên welatparêzî û sivîlan, li gel zêdekirina binpêkirinên komên girêdayî wî li bajar û gundên dagirkirî.

Muslim wiha lê zêde kir: Bêdengiya civaka navdewletî û welatên garnator li hemberî binpêkirinên Tirkiyê derfet da Tirkiyê ku kiryarên hovane pêk bîne û sivîlan bitirsîne her wiha hilwişandina malan û seferberkirina artêşê û tehdîdkirina berdewamiya dagirkirina wê ji herêmên din.

Muslim bal kişand ser wê yekê ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk di salên kurt ên jiyana xwe de xwedî ezmûnek bû ku îmkana lihevkirina li ser helwestên hevbeş ji bo peydakirina şert û mercên ji bo çareserkirina qada siyasî ya niştimanî ya Sûriyê nîşan dide, ezmûnek ku pêkaniya diyalogê û têgihiştin nîşan dide.

Di vê çarçoveyê de Muslim got: Her dem destên me vekirî ye ji hemûyan ji bo parastina civakê û wê bighîne ewlehiyê di riya demokratiyê ku em pêwistiya wê dibînin ji her partiyekî ji bo ji pêvçûnan dûrbikevin, her wiha pêwîste ji bo dûrketina civakan ji bandorên parçebûnê û giringî da êşên tundiyê û şeran, wekî din parastina azadiyan û mafên mirovan û pêkanîna edaleta civakî.

Muslim destnîşan kir ku xurtkirina pêkhateya civakê hebûna hêzên tijî tevger û bi bandor ferz dike û got: Me di dirêjahiya vê demê de kar kir li ser hevsengiya bejewendiyan di navbera cudahiya herêm û aliyan ji bo dagirtina valahiyên ku hêzên dijber karibin îredeya gelê herêmê têk bibe.

Back to top button