ManşêtNûçe

Enwer Muslim: Gelê Sûrî karin têgihiştin, lihevhatin û ramanek yekgirtî çêbikin

Diyaloka Kurdî- Kurdî li Sûriyê di nava gelan de bi baldar e , û hemû bi hêvîne di pêkanîna yekîtiya refa Kurdî ya ku aştiyê û ewlehiyê ji gelê Sûrî re bîn e, û ew ê destpêka riya çareseriya kirîza Sûrî be, wekî din li ser rola muzekerya lihevkirinê ya ku hatiya îmzekirin di navbera MSDê û Partiya Vîna Gel di riya ber bi diyaloga Sûrî ya berfireh, wekî din jî armancên Tirkiyê yên dagirkeriyê ku hewl dide bighêjê di bin navê azadiya gelê Sûrî, û ji xeynê wê jî mijarên siyasî yê ku (Enwer Muslim) Hevserokê hevbeş a Partiya Yekîtiya Dekokratîk axivî, di derbarê hevdîtinekê de bi rojnameya Partiya Yekîtiya Dekokratîk, û hevdîtin wiha hat:

Pêkanîna Yekîtiya Refa Kurdî wê bandorek erênî li ser hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be

Hevdîtina Kurdî –Kurdî di astekî baş derbas dibe û ne hat rawestandin, piştî hevdîtina yekemîn niha em dest bi hevdîtina duyemîn dikin, encam di dawî de wê baş be , hemû miletê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kurd li benda vê hevdîtinê ne, Ev lihevkirin wê bandorek erênî li ser pêkhateyên din jî bike, dibe ku hin kes vê lihevkirinê berovajî şîrove bikin lê ev lihevkirin wê hêzek bidê hemû pêkhateyên din jî wek Rêveberiya Xweser, Ereban, Suryan, Aşûr û Turkman.

Hin ji aliyê wê yên erînî ku pêşeroja Sûriyê bi aliyê ewlehiyê bibe, û em di Partiya Yekîtiya Demokrat yê ku yek ji Partiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdî de alîgirin ku ev diyalog bi ENKS’ê re bi ser keve, û em amadene çi dikeve li ser milê me emê bikin wek partî ji bo pêkanîna Yekîtiya Refa Kurdî.

Hikûmeta Sûrî hîn jî dûrî pêşinyara Demokratîk e

Li aliyên din jî di mijara Sûrî ji aloziyên ku ev neh sal berdewame, mixabin hikûmeta şamê hîn bi aqilî leşkerî û îstixbaratî hikmê xwe dimeşinê û naxwezê gava xwe pêş bixe, xwe bighînê asta demokratiyê ku Rêveberiya xweser gaveke mezin bi demokratiyê di nava pêkhateyan  de dimeşîne û ev cara yekemîn Ereb, Kurd, Sûryan li gel hevin, ger desthilata Sûrî bi maseya diyalogê û bi gelê Sûrî bifikre da ku em bighêhin asteke pêşketî û destûrekî baş ku hemû pêkhateyan bihewîmê û em bighêjin destûrekî nenavendî û demokratî ji bo xizmeta gelê Sûrî lê mixabin hikumeta Sûrî hîn ji vê fikrî dûr e.

Rê ji hemî partiyên Sûrî re vekirî ye ku bi Meclisa Sûriya Demokratîk re têgihiştinan pêk bînin

Derbarê asta erêniya têgihiştina di navbera  MSD û Partiya Vîna Gel de hatiye îmzekirin, Muslim got:

Meclisa Sûriya Demokratîk di warê danûstandin û diyaloga digel aliyên Sûrî yên din û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêşveçûnek mezin çêkir, û projeya wê ya pêşniyarkirî Sûriya demokratîk a nenavendî ye ku vîna hemî aliyên Sûrî temsîl dike, û vê dawiyê muzekereya têgihiştinê di navbera MDS û Partiya Vîna Gel de hate îmze kirin, û ev têgihiştin ji partiyan re peyamek e Derbarê paşeroja Sûrî de, naveroka wê ev e ku Sûrî karibin têgihiştin, lihevhatin û ramanek yekgirtî çêbikin, û naveroka vê têgihiştinê ev ku Sûriya pêşerojê de bi navendî û ne navendî yeke di warê siyaseta derve û aliyê leşkerî û aborî de, û tekezî li ser serweriya Sûrî, yekbûn û demokrasî dike, û xalên herî berbiçav ên vê têgihiştinê pejirandina hêzên Sûriya Demokratîk şerê terorê kiriye û divê bibe beşek ji pergala leşkerî ya Sûriya pêşerojê, û ev têgihiştin di bin banê Rûsiya de hatiye îmze kirin, û hemî partiyên siyasî yên Sûrî ku baweriya wan bi demokrasî, dad û wekheviya jin û mêr heye divê bizanibin ku ev têgihiştin rê li pêşiya wan vedike ku ew bi Meclisa Sûriya Demokratîk re bigihîjin têgihiştinên wisa

Tirkiyeyê dixwaze Bakurê Sûrî bi giştî dagir bike

Dewleta Tirk piştî Efrîn, Girê Spî û Serê kaniyê dagirkir bi hevkariya çeteyên girêdayî wê, guhertinên demografî pêk anî û xelkên wê koçberkirin, keç û xortên revandin, rûsipiyên wê tên kuştin ev rêbaza dewleta Tirk ne tenê li herêmê Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê dimeşînê dixwaze li deverê din weke Îdlib û Ezaz jî pêk bîne, herêmên wan biguherîne û zimanê xwe feriz bike û walî ji wan re bê dayîn, û ev diyar dike ku sîstema mejiyê Tirkan ne ji bo azadiya gelê Sûriyê ye, mejiyê Tirkan yê heyî dixwaze herêmê Bakurê Sûrî bêhtir dagir bike ji ber wê jî tim gefan li Bakurê Sûrî dixe û mirovan dike hedef li herêmên sînor ji wan bitirsînin û dev ji bajar û gundên xwe berdin li Kobanê û Cizîrê, her wiha Tirkiyê hewil dide ku aloziya Sûriyeyê kurtir bike û her lihevkirinek di navbera aliyên Sûrî têk bike.

Enwer Muslim wiha gotinên xwe bi dawî kir:

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwazin pergalek Sûrî demokratîk, û rawestandina gefên berdewam li ser herêmên wan, û vegrandina koçberan ji herêmên wan yên ji aliyê Tirkiyeyê hatiye dagirkirin bi misogerkirina navdewletî, û çêkirina destûrek Sûrî Demokratîk.

Back to top button