Çand û HûnerDaxuyanîManşêtNûçeyên Lezgîn

Enstîtuya Kurdî ya Swîssre li ser du navendan damezrandina xwe ragihand

 

JI RAYA GIŞTÎ RE

 

Mêjûya 15’ê Gulana 1932’yan bi tenê ne parçeyek ji dîroka gelê Kurd e, her wiha vêxistina çîrûska pêşîn a têkûzkirin û mayîndehiştina zimanê Kurdî ji aliyê Celadet Alî Bedirxan û hevrêyên wî ye. Em jî di vê roja girîng a Cejna Zimanê Kurdî de li ser rêç û armanca van qedirbilindan, li welatê Swîsreyê damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê radigihînin gelê Kurd û xemxwarên zimanê Kurdî.

Gelê Kurd, gelê herî kevanrê Rojhilata Navîn e, pêvajoya netewbûna xwe beriya her miletî temam kiriye û li ser axa xwe bi navê Kurdistanê bi hezar salan e jiyana xwe didomîne. Zimanê Kurdî jî yek ji zimanê herî dîrokîiyê mirovatiyê ye ku îroj li seranserê cîhanê tê naskirin.

Di pêşveçûna çand, huner û pîşesaziya mirovatiyê de jî gelek keda gelê Kurd heye. Kurdistan ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo gelên din jî bûye wargeh û jîngehek. Gelê me bi comerdî hilberîn û dewlemendiyên xwe bi gelên din re par ve kirine û ew di mercên zahmet de parastine. Kurdistan ji wan re jî bûye cihê hawarê. Kiriye ku ew jî di nava aştî, aramî û azadiyê de bijîn.

Cihê mixabiniyê ye ku gelê me yê jiyana xwe li ser azadiyê ava kiriye, di dîroka xwe de gelek caran bûye armancên êrîşên hovane yên kolonyalîstan jî. Gelek nirx û berhemên wan bi sedan salan hatine talankirin, qirkirin û jenosîd jî her bûne para wan. Li hemberî van êrîş, dagirkerî û komkujiyan, gelê me yê birûmet ti caran bê helwest nemaye. Her tim li ber xwe daye û têkoşiyaye.

Îroj ev pêvajoya berxwedan û tekoşîna ji bo nirxên me yê netewî hîn jî berdewam dike. Dewletên kolonyalîst ku hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd ava kirine berî her tiştî dixwazin ziman û dîroka me tune bikin û berhemên çand û hunera gelê me bikin yê xwe. Ev şêweyeke din a siyaseta kolonyalîstan a li ser gelê Kurd e.

Ronakbîr, zana û pêşkêşên civata me ji bo parastina van nirxên me yên netewî gelekî xebat kirine. Ger îroj gelê me xwedî hişmendiyeke netewî be, ev bi saya serê mirovên me yên têkoşer û xebatkarên çand, ziman, huner û dîroka me ye.

Rast e, navenda xebatê welat e. Her tişt li ser kok û axa xwe şîn dibe. Lê îroj gelê me li tevayê cîhanê belav bûye û qada xebat û afirîneriyê jî li gor wê berfirehtir bûye. Ev berhemên li derveyî welêt jî, dibin parçeyekî berhemên me yên netewî û ew hişmendiya gelê me yê ji bo civak û welatekî azad zexmtir dikin.

Em jî weke hin Kurdên dilsoz ên pirs û doza welatê xwe ku li Swîsreyê dijîn, hatine gel hev û em dixwazin xizmetekê ji ziman, çand û dîroka gelê xwe re bikin. Li ser vî bingehî ramanê damezrandina enstîtuyeke Kurdî derket pêş. Xebata me ya damezrandina Enstîtuyê ya ku bi qasî salekê ye bi amadekariyeke bêrawestan û bi biryardarî dimeşe.

Di roja 11’ê Cotmeha 2020‘an de me civîna xwe ya giştî/kongreya damezrandina Enstîtuyê bi beşdarbûna 35 ronakbîr, zimanzan û hunermendan ên ji her aliyên welatê me li dar xistin. Di encamê de Enstîtuya Kurdî ya Swîssre hate damezrandin û gelek biryar hatin dayîn û ji bo birêvebirina kar û baran rêveberiyek hate hilbijartin.

Ji bo ku Enstîtuya me li gor zagonên Swîsreyê bibe xwediyê fermiyetekê jî, me gelek xebat kirin. Bi alîkariya parêzerên me yên dilsoz ên netewperwerên Kurd, me ev pêvajo temam kir û me xwest em vê kedê weke mizgîniyekê bi gelê xwe û raya giştî re jî par ve bikin.

Di civîna me ya giştî de armancên Enstîtuya me yên pejirandî, em dixwazin yek bi yek bi raya giştî re par ve bikin.

 

Armancên me:

 

  1. Armanca Estîtuyê ya sereke, piştgirî û pêşvebirina perwerde û fêrbûna zimanê Kurdî ye. Her wiha xebatên zanistî û pêkanîna lêkolînan di hemû warên ziman bi zaravayên xwe ve û li ser vejandina çanda Kurdî dike armanc. Armancek Enstîtuyê ya sereke ew e ku ziman û çanda Kurdî di nava Kurdên Swîsreyê de biparêze û bide pêşxistin.
  2. Enstîtu, peymanên navnetewî yên ku zimanê dayîkê diparêzin qebûl dike, zagona pirzimanî ya zagonên Swîsreyê ji xwe re weke prensîb dibîne. Di wê çarçoveyê de kar dike û sûdê ji ezmûnên pedagojîk yên ku li ser prensîbên pirzimanî yên destûra Swîsreyê û pêşwaziyên UNESCO û her wiha yên qursên li ser zimanê dayikê CLCO ya Swîsreyê distîne.
  3. Enstîtu, di warê zindîkirina zimanê Kurdî yê ku demek dirêj e li hin welatan qedexe ye û mafên çandî yên civaka Kurd bi giştî nayê pejirandin de hişyariyê bi pêş dixe.
  4. Di asta civakî û çandî de afirandina zanyarî û perwerdeya bi zimanê dayikê pir zêde girîng e ku di civakek weke ya Kurd a ku nasname û çanda wê ji aliye dewletên mêtinger ve hatiye înkarkirin. Ji ber vê jî divê hemû zarok û şagirt hem ji zimanê xwe û hem jî ji yên li dora wan tê bikaranîn hez bikin da ku ji çanda xwe bi dûr nekevin.
  5. Enstîtu her çiqas qebûl dike ku xebatên wê yen çand û zimên li ser nasnameya Kurd be jî, aşkere dike ku ew ne rêxistineke siyasî ye.
  6. Enstîtu, xebatên xwe yên li ser xalên perwerde, wêje û dîrokê bi saya van xebatan bi rê ve dibe:
  • Kursên hînbûna hemû zaravayên zimanê Kurdî di asta civakî û weke qursên taybetî
  • Hîndarîya pedagojîk ji bo mamoste û perwerdekarên ku li ser zimanê Kurdî xebatê bimeşînin
  • Amadekirin, çapkirin û wergerandina belge û pirtûkan
  • Birêvebirina xebatên weke konferans, atolye, kurs û semîneran
  • Dayîna alîkariyê ji bo xwendekar û lêkolîneran
  • Xebatên li ser projeyên entegrasyona civakî ya adîlane ya Kurdan bi civaka Swîsreyê re
  • Avakirin û birêvebirina pirtûkxaneyeke Kurdî
  • Dayîna kursên zimanên Swîsreyê
  • Ji bo dayîna kursên Kurdî ji aliyê mamosteyan, Enstîtu dikare protokolan bi berpirsiyarên perwerdeyên kantonan re amade bike

7. Enstîtu, dikare xebatên alîkariya maddî hem ji rêxistinên civakî û her weha ji kesan berhev bike. Wekî din Enstîtu ji aliyê rêxistinên Kantonan, Federal û yên Navnetewî ve dikare bi maddî ve were destekkirin.

Enstîtu bi armanca berjewendiyên darayî û bazirganî tevnagere û ti xebatên li ser qezencê nameşîne. Alîkariyên maddî tenê dikare ji bo armancên rêxistinî ku di xalên jorê de hatine eşkerekirin, were bikaranîn. Endamên wê, bi ti awayî nikarin mal û milkê Enstîtuyê ji bo menfaetên xwe yên takekesî bi kar bînin. Dema ku endameke/î Enstîtuyê ji vê têkiliyê dûr bikeve (weke îstîfakirinê) yan jî Enstîtu dawiyê li xebatên xwe bîne, ti mafên wê/wî tuneye li ser malên Enstîtuyê heqekî îddîa bike. Zêdeyî pêwîstiya kar, mafên ti kesî tuneye ku mal û milkên Enstîtuye bi kar bîne.

Em ê weke endamên rêveberiyê bi hişmendiyeke netewî û li gora armancên rêziknameyê tevbigerin û hewl bidin ku zimanê me di nava gelê me û bi taybetî jî di nava kesên li derveyî welêt de bibe zimanê sereke. Ji lewre zimanê me, rûmeta me ye.

Cemal Özçelik (Hevserok) – Fatma Şık (Hevserok)

Can Mirzal (Sekreter)

İrfan Babaoğlu

Salam Ahmad

Reşit Yilmaz

Yaqob Tilermenî

Kadri Özkan

Mahir Engin Çelik

 

Enstîtuya Kurdî – Swîsre

 

Back to top button
Close