HemerengNûçe

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî girtin

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku jî ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve hat girtin.

Piştî OHAL’ê (Rewşa Awarte) hikmetê heta niha bi KHK’yan (Biryarnameya di Hukmê Zagonê de) gelek komele girtin. Niha hinên din li wan hatin zêdekirin. Duh nêzî 100 komeleyên din hatin girtin ku di nav van de Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û YAKAY-DER jî hebûn.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di saala 1992’yan de ji aliyê hin rewşenbîrên wekî Musa Anter, Feqî Huseyîn Sagniç, İsmail Beşikçi, Abdurrahman Durre, Îbrahîm Gurbuz, Cemşîd Bender ve hat avakirin. Saziyê heta niha gelek pirtûkên li ser kurdî, ferheng û kovara bi navê Zend derxistibû. Dîsa heta niha bi hezaran kes çû qursa kurdî ya Enstîtuyê û hin jê tenê hînê kurdî bû, hinan ev gav pêşvetir bir û bûn mamosteyên kurdî. Heta duh jî gelek xwendekarên ku li Enstîtuyê diçûn dersên kurdî hebûn.

Sazî heta sala 2000’î gelek xebat kir. Di rewşên gelek dijwar de jî deriyê wê vekirî bû. Di wan salên ku qursên bi kurdî qedexe bûn de jî Enstîtuya li ser kurdî xebat dikir, dersên kurdî didan. Ji ber vê yekê di sala 2000’î de polîsan mohr li deriyê Enstîtuyê da, bi qasî mehek girtî ma lê dîsa hat vekirin. Her wiha dîsa wan deman, dema li Stenbolê civîna AGÎT’ê li dar ket Enstîtu bi awayekî fermî beşdarî AGÎT’ê bû. Serokomarê Tirkiyeyê yê wê demê Suleyman Demirel bi awayekî fermî Enstîtu vexwend. Û niha, duh bi şev polîsan çûn mohr li deriyê Enstîtuyê dan û ew girtin bêyî haya serok an rêveberên saziyê pê bixin.

Li ser girtina saziyê me bi Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Sami Tan re xeber da. Tan dibêje ku moxtarê taxê ligel xwe birine, haya me pê nexistine, li gor moxtar dibêje polîsan hin kasayên kompîturan û hin pirtûk ligel xwe birine. Tan dibêje; ji ber derî mohrkiriye ew nikarin herin hundir binêrin ka çi birine, çi kirine…

Serokê Enstîtuyê Tan dibêje, “Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hem di warê neteweyî, hem di warê navneteweyî de naskirî bû, hatibû qebûlkirin” û van li gotinên xwe zêde dike: “Heta niha tu lêpirsîn derbarê saziyê de nehatine dest pê kirin, doz nehatine vekirin. Em nizanin ji ber çi sedemî girtine. Wisa tiştek e rêya îtÎrazê jî nîn e. Bi vê dixwazin qada sivîl û demokratîk ji bo kurdan bigirin. Lê em vê qadê vala nahêlin. Di rewşên herî giran de me xebatên xwe yên demokratîk meşandin, em dê dîsa bimeşînin.”

Akademiya Ehmedê Xanî jî hat girtin û ekîbên maliyeyê hatin derî mohrkirin.

Akademiya Ahmedê Xanî ji sala 2012’an ve li ser ziman, dîrok û wêjeya kurdî xebatên akademîk dimeşand.

Her wiha komeleya alîkariya malbatên windayan “YAKAY-DER” jî duh êvarê wekî komeleyên din girtin.

Jêder: D.Name / C. O

 

Back to top button