ÇalakîManşêt

Endamên partiya me tevlî merasîmê bîranîna şehîdên berxwedana Kobanê bûn

Şêniyên kantona Kobanê û Meclisa Malbatên şehîdan, roja duşemê di dîroka 26 çile serdana goristana şehîda Dijle kirin li başûrê bajar, bi boneya salvegera 6’emîn ya rêzgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê li ser û gurên hemû şehîda mum vêxistin.

Piştî vêxistina muman, endamê deteya rêveber di Partiya Yekîtiya Demokrat de Ehmed Şêxo got: Ku şehîdên meha çile me bibrîtiînin bi berxwedana ku cîhan tevahî matmayî ma jê, ew berxwedana ku gihaşt serkeftinê û armancên xwe bidest xist û terorîstan têkbir.

Şêxo wiha domand: Ku wan şehîdan karîn ku Kobanê bikin navek ku hemû cîhan bînin li ser zimanê xwe, bi saya berxwedana wan ya lehengî ku mîna wê li cîhanê çênebûye.

Merasîmê bîranînê bi berzkirina drûşmeyên ku şehîdan û berxwedana Kobanê silav dikin bi dawî bû.

   

   

Back to top button