ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Encamnameya Komxebata Hozên Sûriye li Eyn Îsayê

Îro bi amadebûna bi dehan Hozên Ereb û Kurd di Komxebatekî de Sûriyê ya bi sponseriya MSD‘ê li navçeya Eyn Îsayê bi xwendina encamnameyê bi dawî bûn. Beşdarên komxebatê tekezî li ser yekîtiya xaka Sûriyê û rizgarkirina herêmên dagirkirî kirin.

Bi pêşengtiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî komxebata eşîreyên Sûriyê bi dirûşmeya “Eşîreyên Sûriyê civakê diparêze hevpeyamana civakî misoger dike” destpê kir û bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Fermandarê giştî yê HSD`ê Mezlûm Ebdî, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Umer, seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û partiyên siyasî, 70 eşîre û qebîleyên Sûriyê tev li komxebatê bûn.

Encamnane ji aliyê serokeşîrê Begara Hacim Esed El-Beşîr ve hate xwendin.

Encamname wiha ye;s

Di serî de em şehîdên Sûriyê bi bîr tînin. Ji rola me ya di xurtkirina aştiya navxweyî û ewlehiya civaka Sûriyê de ku wekî beşeke girîng di civaka Sûriyê de û parêzvanên çanda pirreng û nirxên resen tên dîtin, em serkeftinên leheng ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî terora ku ne ji çanda Sûriyeyê ya niha û ya pêşerojê ye silav dikin. Di heman demê de em fedekariya qehreman a pêkhateyên Sûriyê di tinekirina dewleta reş a DAIŞ‘ê de di aliyê erdîngarî û leşkerî de bi bîr tînin. Her wiha em ji xeteriya terorê ku civakê tehdîd dike têghiştine. Li ser vê yekê me dît ku erka me ye destekê bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlekariyê di şerê li dijî şaneyên veşartî û zuhakirina kaniya fikirî ya terorê. Her wiha me dît ku pêwîste em li derdora rêveberiya xwe ya xweser û sivîl kom bibin heta terorê bi dawî bikin û çareseriyekê  demokratîk ji bo aloziya Sûriyê re bibînin.

Em diyar dikin ku pêşketinên aloziya Sûriyê û hemû kirîzên ku li Rojhilata Navîn û cîhanê rû didin herêmê ber bi xeteriyekê ve dibin, bi taybet  ji ber nêzîkatiya şaş a dewletên ku mûdaxleyê Sûriyê dikin ji aliyekî ve û hikûmeta navendî ya li Şamê li hemberî civaka Sûriyê û hêzên wê yên rastîn di nav de eşîreyên Sûriyê  ji aliyekî din ve. Desthilatdariya Sûriyê ji destpêka damezirandina Sûriyeya nû ve, bi taybet di demên dawî de nêrîneke mûxalif ji rastiya eşîreyan ku wekî hîna sereke ya civaka Sûriyê û rola wê ya di parastin û zindîkirina civakê de pêşxistibûn. Lê îro ji her kesî re eşker bû ku eşîre dikare rola xwe ya pêşeng wekî hêzeke rasteqîn di xurtkirina aştiya navxweyî, misogeriya biratiya gelan û yekîtiya çarenûsa civakê pêk bînin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî gaveke mezin ber bi geşkirina civakê de avêtin. Di gel aloziya ku herêmê tê de derbas dibe û serkeftinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû didin, em bi çareserkirina siyasî ji bo aloziya Sûriyê bawer in û dibînin ku bêjrêka leşkerî wêrankirin û xirabiyê zêde dike. Yek ji sedema sereke ya mezinkirina aloziya Sûriyê dûrxistina hêzên aktîv li ser erdê, hêzên xwedê projeya çareseriya aştiyan û nûnerên Rêveberiya Xweser.

-Yekîtiya gel û xaka Sûriyê, nabe dest ji beşek ji xaka Sûriyê were berdan, her wiha mafê gelê Sûriyê herêmên ku hatine dagirkirin (Efrîn, Cerablus, Ezaz, Bab û Colanê ) bi rêbazên rewa werin vegerandin.

-Di çareserkirina aloziya Sûriyê de têgihiştina berpirsyariya hevbeş û pêkanîna aştiyê li gelemperiya Sûriyê.

-Hewl bê dayîn ku bermahiyên şerê çekdarî were bidawîkirin û jiyaneke ji bingehê biratiya gelan û jiyana hevbeş ku layîqî gelê Sûriyê be were afirandin.

-Damezirandina Sûriyeyek ne navendî û pergaleke siyasî û demokratîk ji hemû pêkhateyên herêmên.

-Destûra Sûriyê divê demokratîk be ku ji aliyê hêz hemû û beşên civaka Sûriyê were erêkirin.

-Li dijî terorê  xeta têkoşînê were domandin û kaniya wê ya fikrî, malî û madî were zuhakirin, her wiha kesên sûcên ne mirovî kirin li gorî qanûnan werin cezakirin.

-Bi mebesta pêkanîna guhertina ber bi demokrasî û geşkirina Sûriyê xebateke hevpar were kirin.

-Em ê destekdayîna xwe ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk di şerê wê yê li dijî terorê de dewam bikin û wekî beşeke sereke di çarçeserkirina aloziya Sûriyê de dibînin.

-Em ê destekdayîn bi Rêveberiya Xweser û Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bikin.

-Bawerî bi nirxên demokrasî, maf û azadiya welatiyan bê kirin.

-Hemû cûre nejadperestî, netewperestî, olperestî û zayenperestî were redkirin.

Ji bo pêkanîna aştiyê destê me dirêj e, çeka me li hemberî kesên ku hewl didin aramî, aştî û jiyana hevbeş a civaka Sûriyê bide hedef vekiriye.

– Em banga vegerê li hemû welatiyên Sûriyê yên beriya aloziyê an jî di dema aloziyê de derketine dikin.”

– Bang li civaka Navdewlekî û Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê dikin ku dîwarê Tirkiyê li Efrînê lê dike rake û dagirkeriyê Tirkiyê bi dawî bibe, her wiha vegera şêniyan misoger bike.

-Civaka navdewletî jî avakirina herêmên nû ji terorê hatin rizgarkirin berpirsyar e, di nav deherêmên rojhilatê Firatê.”

Di dawiya komxebatê de rûspiyan mertalê parastinê dane fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî.

Back to top button