ManşêtNûçe

Emîn Elîko: Bees ji şert û mercên dijwar ên jiyanê sûd werdigire

Di hevpeyvîneke ji malpera Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li ser hilbijartinên serokatiya Sûriyeyê û lîstika serlêdanên ji bo daxwazên namzetê ji vî karî re, endamê Meclisa Giştî yê partiyê Mihemed Emîn Elîko got:

Tevgerên berfireh hene bi awayekî giştî ji bo tomarkirina kaxizên sibûtî ji malbatan re û nîgarkirina nasnameyên kesayetî û deftrên malbatê ji hêla endamên Bees ji bo misogerkirina hilbijartina ji Beşar El-Esed re tevî lîstika 51 namzetan.

Wiha lê zêde kir: Ev tedbîr ne rewa ne û derqanûnî ne di der barê belavkirina selikên alîkariyê an di riya belavkirina Drav tê kirin, ew ji şert û mercên zehmet û rewşa aborî û civakî ya gelê Sûriyeyê sûd werdigre li herêmên kontrolkirina hikumeta Bees tevî redkirina navdewletî, herêmî û Erebî ji van hilbijaratinan, her wiha li hin herêmên ku rêjîma Bees kontrol dike ji van hilbijartinan ên ku divê di 26 Gulanê û daxwaza wî bi pêkanîna biryara “2254”.

Emîn Elîko îşaret kir li ser awayê dûrxistinê û siyaseta Bees ya Şofînî, û belavkirina jehrê di riya giyanên lawaz an di riya wesîleyên raghinadinê û malperê medeyaya civakî ne guherî ye, lê bû xeteriya mezin li ser civaka Sûriyeyê weke rewşa rêjîma Erdogan û çeteyên wê ji Îtlafa Sûrî ya terorîst.

Her wiha îşaret kir ku rola Rûsiya ye xerabî ji bo piştgiriya rêjîma Esed di hilbijartinan de wê tu çareseriyê ji Sûriyeyê û aloziya wê re nayne.

Emîn dibîne ku rêjîma Esed nayê guhertin, rêjîma Esed ji zêdetirî 4 demsalan heman awayî û zihniyeta desthilatdarî neteweyî Beesî bi kar tîne ya ku rewşeke veqetandî dijî ji rastiya jiyana welatiyê Sûrî ê ku rojên xweyî zehmet dijî ji koçberkirin, belengazî, guhertina demografîk, girtî û tabûrên birçîbûnê…!

Tevî vî tiştî rêjîma Sûrî xwe amade dike ji bo pêşkêşkirina ” Lîstika 51 namzetan” ya ku meclisa gel a Sûriya ragihandiye.

Di dawiya axavtinên xwe de Mihemed EMîn Elîko got: Divê gelê Sûriya bi hemû pêkhateyên xwe van hilbijartinan red bikin û kar bikin li ser li dar xistina kongreyek Sûrî di navbera hemû Sûriyeyan ji baûşr û bakurê wê heta Rojhilat û Rojavayî wê ji bo avakirina Sûriya pêşerojê li ser esasê civakek exlaqî siyasî demokratîk.

Back to top button