ManşêtNûçe

Em Rojava biparêzin û Erdogan rawestînin

Partiya Antîkaptalîst a Nû ya Fransî (NPA) li ser êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk û gefên dagirkirina Rojava bi nivîskî daxuyaniyek ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’NATO dike ku li Madrîdê bicive, hikûmeta Tirk jî xwe ji dagirkirina Bakurê Sûriyeyê re amade dike. Jixwe li ser şerê Ûkraynayê û pirsgirêka penaberan heta tu bibêjî şantajê dike û li hêviyê ku ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jê re bibêjin erê. Armanca dewleta Tirk rakirina ji holê ya îradeya Kurdan, xalîkirina Kurdan ji vê herêmê ye.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Cardin dîplomasiya Fransayê û Serokkomariya wê xwe bi temamî ker dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Dewleta Îslamê ya xwedêgiravî têk bir, lê ha Tirkiye ha NATO, her du jî yek in. Bi taybetî ji dagirkirina Ûkraynayê heta bi niha şahê dîplomasiya Rojava NATO ye.

Rûsên ku rojavayê Firatê kontrol dikin jî bi Tirkiyeyê re bazariyê dikin û bi Ûkraynayê re mijûl in.

Yanê Rojava, bi tena serê xwe ye li dijî gefên lê tê xwarin. Erdogan neyê rawestandin dibe ku qehremaniya şervanên QSD’ê jî nekare dagirkeriyê rawestînin.

Ji girtina ber li ve qetilamê û piştgiriya ji bo gelên herêmê û derxistina rêxistinên Kurd ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ ya Yekîtiya Ewropayê, divê tiştê ji milên me were em bikin. Em Rojava biparêzin û Erdogan rawestînin.”

ANF

Back to top button