CiwanDaxuyanîManşêtNûçeyên Lezgîn

Em ê her dever bikin qada berxwedanê û dawiyê li tecrîdê bînin

Tevgera Ciwanên Şoreşger li ser hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji daxuyaniya li ser hevdîtinê eşkere bû ku tecrîdkirina Rêberê me hîn bi dawî nebûye. Rejîma faşîst a ku di lîstikên Bîzansê de israr dike, vê carê jî hewl da berxwedanê têk bibe.”

Tevgera Ciwanan diyar kir, berxwedana di xeta fedayî de li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, faşîzma AKP-MHP’ê ji binî ve hejandiye û neçar hiştiye ku gavê biavêje.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di asta heyî de ti gotin nikare vê berxwedana bi heybet vebêje. Ji bo me ciwanên Kurd; dema ku ev berxwedan bi ser ket, yanî tecrîdkirina Rêberê me bi dawî bû, hingî wê berxwedan bigihêje armanca xwe.”

‘EM TECRÎDÊ PARÇE PARÇE BIKIN’

Tevgera Ciwanan destnîşan kir, divê êdî berxwedan bê bi ser xistin, barê giran ê li ser milê berxwedêrên grva birçîbûnê ji wan bê wergirtin û diyar kir, dem dema parçekirina tecrîdê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Hevdîtina parêzeran a hate ragihandin eşkere dike, eger berxwedan bê mezinkirin wê tecrîd di demeke kurt de bi dawî bibe. Ji bo bidawîkirina tecrîdê, têkbirina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê, divê ciwanên Kurd her deverê bikin qada berxwedanê û bersivê bidin peyama Rêberê xwe. Ji bo vê jî em dirûşma xwe ya bingehîn a serdemê diqîrin: Serî Hilde!”

 

Back to top button