HevpeyvînManşêtNûçeyên Lezgîn

El-Mihbaş: Hevdîtina bi rayedarên Fransayî re erênî bû

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi armanca avakirina Meclisa Dadê ya rêveberiyê û eşkerekirina navaroka serdana şandeya rêveberiyê ji Firanseyê re civînek lidar xistin. Civîn  li navçeya Eyn Îsayê ya girêdayî kantona Girê Spî pêk hat. Hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mihbaş di civînê de axivî û encama hevdîtinên bi rayedarên Fransî re eşkere kir.

‘Serdan taybet bû û di dîroka avabûna Rêveberiya Xweser de pêvajoyek girîng bû’

Di destpêkê de El-Mihbaş destnîşan kir ku li ser vexwendnameyek fermî ji hikumeta Fransayê serdan û hevdîtina bi hikumeta Firansî re pêk hat.

El-Mihbaş wiha domand: “Di serdanê de em bi serokê Fransayê re li Qesra Ilîziyê civiyan. Pêşwazîkirin germ û taybet bû.”

Di berdewama axaftina xwe de El-Mihbaş diyar kir ku vexwendame û hevdîtina nûnerên Rêveberiya Xweser bi hikumeta Fransayê û serokê wê Emmanuel Macaron re, di dîroka avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat.

El- Mihbaş got di vê dîrokê de hevdîtin pir giring bû.

El-Mihbaş destnîşan kir ku serdan ne kurt bû yan jî di çarçoveya protokolê de bû, hevdîtin vekirî bû. El- Minbaş gotinên xwe wiha domand: “Serokê Fransayê Emmanuel Macaron û hejmarek ji şêwirmendên wî amade bûn. Aliyê firasnî hindek nêrîn û pêşniyar girêdayê piştgiriya Rêveberiya Xweser hebûn.”

‘Desteka yekser û bê sînor ji Rêveberiya Xweser re’

El-Mihbaş wiha berdewam kir: “Me bi awayekî kurt rewşa Rêveberiya Xweser bi giştî vegot. Hindek  nêrîn û pêşniyarên aliyê firansî girêdayî desteka ku dikare ji Rêveberiya Xweser re bike, hebûn. Serokê Fransayê bi awayekî rast û dirust piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD`ê ya bê sînor teqez kir. Dê heya tinebûna terorê li gel QSD’ê bimîne.”

El-Mihbaş  destnîşan kir ku serokê Fransayê, tevlibûna şandeya Rêveberiya Xweser di amadekirina destûra Sûriya ya nû de teqez kiriye û ew ê di vê çarçoveyê de bi tevahiya aliyan re nîqaş bikin.

Girêdayî rewşa civakî û xedemî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet herêmên ku nû hatine rizgarkirin, El-Mihbaş tekez kir ku serokê Fransayê di vî warî de desteka xwe nîşan da û di hevdîtinê de biryara diyarkirina miqdarek malî daye.

Her wiha El-Mihbaş diyar kir ku yek ji xalên ku bûne mijara nîqaşê, ewlehiya sînor bû. El-Mihbaş gotinên xwe wiha domand: “Di hevdîtinê de mijara ewlehiya sînorên bi Tirkiyê hate nîqaşkirin. Di hevdîtinê de qedexekirina êrîşan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate teqezkirin. Yek ji daxwazên me û bû mijara nîqaşê, rêgirtina li pêşiya tehdîdan li ser herêmên me bûn. Me bersîvek erênî ji hikumeta Frasnî girt.

‘Dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li ser xaka Sûriyê’

El-Mihbaş bi bîr xist ku ji nuqteyên girîng ên ku hatine nîqaşkirin, mijara girtiyên DAIŞ`ê yên li gel Rêveberiya Xweser bû.

El-Mihbaş wiha berdewam kir: “Me bang li avakirina dagehek herêmî bi desteka dadgerên herêmî, navdewletî, destekek lojistîk û qanûnî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Serokê Fransayê bi vê pêşniyara me heyecan bû û pêwîstiya cezakirina wan çeteyan teqez kir. Her wiha spasiya QSD`ê kir ji ber ku li şûna Fransa û cîhanê şerê terorê kir.”

Di dawiyê de El-Mihbaş destnîşan kir ku bersîva hikumeta Fransa û serokê wê girêdayî vê mijarê erênî bû.

Back to top button