ManşêtNûçe

Ehmed Şêxo: Armanca me ya sereke ji hemleyê derxistina dagirkeriya Tirk ji herêmên me ye

Ehmed Şêxo wiha got: Armanca me ya sereke ji hemleya”Na ji dagirkeriyê re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re”, derxistina dagirkeriya Tirk ji herêmên me ye, em ê xwedî li destkeftiyên şoreşa xwe derkevin û ji destdirêjiyên hundir û derve biparêzin.

Partiya Yekitiya Demokratîk şaxê herêma Firatê bi daxuyaniyekê di 14`ê vê mehê de bi dirûşmeya “Na ji dagirkeriyê re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re” hemleyek ragihand.

Di vê derbarê de, Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk şaxê herêma Firatê Ehmed Şêxo wiha got: “Hemleya “Na ji dagirkeriyê re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re” bi serkêşiya  Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê hat destpêkirin, lê belê dê hemû beşên civakê bigire nava xwe û dê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bike, armanca me ya sereke ji hemleyê, derxistina dagirkeriya Tirk ji herêmên me ye. Em ê xwedî li destkeftiyên şoreşa xwe derkevin û ji destdirêjiyên hundir û derve biparêzin.”

Ehmed Şêxo tekez kir ku dê hemle bersivdayîna planên hundir û derve li dijî gelê herêmê be.”

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk hem êrişî gelên Bakur û Rohilatê Sûriyê dike hem jî hewl dide civakê ji hundir ve ji hev bixe û fitneyê di nava gel de derxîne. Li aliyekî din jî hêzên hegemon ku serweriya cîhanê dikin, planan li dijî gel pêk tînin û dixwazin nexşerêyeke siyasî û cografî ya nû li Rojhilata Navîn û bi taybetî Kurdistanê xêz bikin. Nexasim piştî bidawîbûna qonaxa peymana Lozanê, dixwazin dest bi qonaxeke nû bikin.

Dewleta Tirk a dagirker gelek rêbazên şerê taybet li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmê gelek ajanên girêdayî îstixbarata Tirkiyê girt, ku li xwe mikur hatin ku ew li hemberî pereyan sîxurtiyê dikin û hewl didin fitneyê di nava gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxînin.

Şêxo wiha axaftina xwe dewam kir: “Ta niha mafên gelê Kurd nehatine misogerkirin û di nexşeya cîhanê de cih jê re nehatiye veqetandin. Da ku em bersiva siyasetên îmhakirinê bidin, em ê dest bi vê hemleyê bikin. Da ku em bandorê li civakê û qada naventeweyî bikin û pêşî li Lozana duyemîn bigirin û gelê xwe di sedsala 21`an de bê maf nehêlin.”

Ehmed Şêxo piştrast kir ku dê hemle dewam bike û got: “Hemle li dijî dijminên me yên hundir û derve û planên li dijî gelê me ne. Dema hemleyê ne diyar e û dê heta derxistina dagirkeran, sererastkirina şaştî û kêmasiyên di rêveberiyê û saziyan de û parastina nirx û destkeftiyên şoreşê, dewam bike.”

Li gorî Şêxo dê bernameyên hemleyê di demeke nêz de bên danîn û dê gav bi gav bên şîrovekirin. Dê di çarçoveya hemleyê de civîn, xwepêşandan, meş û dewreyên perwerdeyê bên plankirin û lidarxistin. Her wiha dê hemû beşên civakê bigire nava xwe û dê çalakî li her herêmekê li gorî taybetmendî, derfet û di astekî ne sînordar de, pêk bên.

ANHA

Back to top button