ManşêtNûçe

Efrîn.. hovîtiya dewleta Tirk derheqê girtiyan

Li Efrîna dagirkirî gelek girtîgehên dewleta dagirker yên veşartî hene, hovantirîn cureyê n îşkenceyê û birçîkirina girtiyan jî têde çêdibe.

Çavkaniyekî ewlehiyê yê çeteyên dagirkeriya Tirk ji North Palasê re eşkere kir ku di hundirê Efrînê de gelek gitriyên veşartî hene.

Di van girtîgehan de bi sedan girtî ji ber ku girêdayî YPG`ê ne ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî astengdar bûn

Çavkaniyê ewlehiyê wiha lê zêde kir:

“Serdan an jî derbasbûna baregehê qedexe ye. Îstîxbarata leşkerî û ya sivîl a Tirkiye sivîlan dişînin wir.”

Derdora 35 dîlên YPG`ê di nav de 3 endamên YPJ`ê tevî endamên Heyet Tehrîr El-Şam bi perspektîfa îstîxbarata Tirkiye ji wê girtîgehê re hatin veguhestin.”

Rêxistinên hiqûqî ragihandin ku zêdetirî 3 hezar bûyerên revandinê li dijî welatiyên kurd ên li kantona Efrînê ji destpêka dagirkirinê ve pêk hatine.

Her wiha zêdetirî 300 kes di bin îşkenceyê de li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane.

Ronahî

Back to top button