HevpeyvînManşêtNûçe

Ebdil Kerîm Saroxan: Tirkiyê, DAIŞ’ê  ji nû ve vejîn dike  

Der barê  gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhlatê Sûriyê rojnemeya me hevdîtinek bi endamê meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat Ebdil Kerîm Saroxan re çêkir.

Saroxan di hevdîtinê de got: Gefên Tirkiyê ji me re ne tiştekî nû ye ji ber ku di dîroka xwe ya bi Tirkiya re gelê me yê li bakurê Kurdistanê di heman demê de beramberî gefên Tirkiya bû, bi taybet dama ku Erdogan bû serokê Tirkiya û serokê hikûmetê û serokê AKP’ê rojane gef xwarin lê hene, Erdogan ev gef li gelek cihan pêk anî weke êrîşa li ser Şengalê û Qereçoxê û êrîşî Efrînê kir û dagirkir û êrîşî Başûrê Kurdistanê jî kir.

Saroxa wiha diyar kir: Dema ku em rewşa siyasî dixwînin di tabloya Sûriyê de Tirkiyê di vê serdema şer de di van 8 salan de di şoreşa Rojava de û kirîza Sûriyê bi giştî Tirkiya bê encam derket û tiştek qezenc ne kir ji ber vê jî bû cihê bazarê bi Rosiya û rêcîmê hat kirin, di dawî de civînek berfireh li dar xisti bi Rûsiy û Îranê di vê civînê de hinek lihevkirin bi hev re kirin. Saroxan wiha domand: Ji bo vê jî weke tê dîtin ku Tirkiya gelek herêmên ku qaşo di bin destê Opozîsyonê de bû hatin winda kirin êdî ma di Idlibê de, di Idilbê de jî lihevkirin çênebûn ji ber ku Erdogan nikarîbû biryarên xwe li ser Cebhet Elnsra ferz bike, ji bo vê jî ket nav nakukiyekê di navbera wî û Rûsiya, Îran û rêcîmê de êdî bazar hat kirin li ser Bakûr Rojhilatê Suriyê weke ku çira kesk jê re hat pêxistin ji bo derbasbûna wî di herêmê de.

Saroxan axaftên xwe berdewam kir û got: Her kes ji bo berjewendiyên xwe dixebite êdî berjewendiyên xwe heta kîjan astê li ser me tê ferz kirin û di kîjan alî de dikeve ji bo berjewendiyên me û di kîjan alî nakevê de ew rojevek di ne. Saroxan got : Ji bo gefên Tirkiyê di encama evqas destwerdana ku ji destê Tirkiya çû di Sûriya de û winda kirina hevpeymaniyên xweî Navdewlet, di milê xweî siyasî binkefatiye û di milê xweyî aborî de jî perê wê jî hatiye şikenandin û  civaka wê dûrî AKP bûye û parçekirin tê de çêbûye û bajarên mezin weke

Îstenbol, Edena û Izmîr tev de ji destê Erdogan çûye, şoreşa Bakurê Kurdistanê ji berê bêhtir gurtir bûye Tirkiyê her tişt winda kiriye êdî ne dûre ku Tirkiyê were êrîşek wiha bike li Bakur û Rojhilatî Sûriyê ji bo mijûl kirina milet di hudirê Tirkiyê de nebe û herdem bi dervî welat mijul bin, di mil xweî leşkerî de gelekî ditirse ku li dijî wî derkevin, ji ber ku berî niha li dijî wî rabûne metirsênek bi vî rengî heye ji bo vê yekê jî dixwaze leşkeran di dervî Tirkiyê mijul bike, nêzîkî hilbijartina jî bûye dixwaze dengê netew perestan qezenc bike.

Saroxan axaftinên xwe wiha berdewam kir: Em van gefan cidî digrin li gorî vê jî em tedbîrên xwe digrin û gelê me jî li ser piyane û ev demek baş gelê me weke mertalên zindî li dijî Tirkiyê sekinîne li Serêkaniyê û li herêmên Girê sipî wê rê nedin Tirkiyê ku êrîşan pêk bîne, em jî weke partiyek siyasî pêşeng e li Rojava û Bakûrê Sûrî em xwediyê wê helwestê ne, em weke partî li hemberî Tirkiya ne sekinîne û me tu çalakî pêk ne anîne me bi çavên dijminatiyê li Tirkiya ne meyzandiye me weke dewletek cîran lê meyizandiye û bi wê mebestê me xwest çareserî çêbibe û niha jî dixwazin, lê ku Tirkiyê gefan dixwe û van gefan pêk tîne em jî xwediyê wê helwestê ne ku li hemberî wan bisekinin bi hemû rengên parestinê emê pêk bînin di Sûriyê de û li Bakûrê Sûryiê de, emê serdana hemû aliyên netewî bikin û emê parastina xwe bikin li dijî Tirkiyê ê, Tirkiyê dibêje ku metirsiyek ji PYD’ û YPG heye, lê ev ne raste ji ber ku PYD’ û YPG li Cerablus tune ye li Idlibê û Lîbiyayê tune ye lê Tirkiyê xwe derbasî welatê me û wan welatan kiriye.

Saroxan got: Ji bo Emerîka ez vê dibêjim niha em û Emrîka di riya hêzên leşkerî de QSD’ em şerê DAIŞ’ê dikin, DAIŞ’ jî xeteriyên mezin li ser me dike û xeteriyê wê di pêşerojê jî de heye, niha jî 70′ hezar DAIŞ’î hene zarok û malbatên wan û leşkerên wan di destê me de hene bi giştî 70′ hezar DAIŞ’î ev bi giştî xeteriyê li ser mirovatiyê bi giştî çêdike, em nizan ku heta kîjan astê Emerîka bi van biriyarên xwe raste yan jî weke diblomasiyekê di meşîne.

Saroxan dibêje ez bawer dikim ku ev biryara Emerîka wê tiştên din jî bi xwe re bîne di pêşerojê de em jî li benda wê bin ji ber ku nêrînên Trump gelek dijberî di nav derdikeve û di pêşerojê wê tiştên din were diyar kirin em jî li hêviyê wê ne.

Saroxan wiha axaftinên xwe bi dawî kir: Me xwe bi Emerîka grênedaye û me tu carî ne gotiye ku wê Emerîka wê welatekî ji me re ava bike û tu soz ne daye me, em hevalbendên hev in di şerê li dijî DAIŞ’ê ne û hê jî hevalbendiya me berdewame, çawa em li hemberî DAIŞ’ê sekinîn û me xwe îsbat kir em ê niha jî xwe îsbat bikin, êdî jî ez bawer nakim ku di Emerîka de hemû bi biriyarên Trump re ne ji ber ku di kongirs de û Pintagon nerînên wan cûda ne û heta niha jî hinek nîqaşat tên kirin di wî alî de ez bawer dikim ku wê çareseriyên siyasî di wê de rê çêbibin û di vê derê de jî  dibe ku bi şerekî pir mezin bi dawî bibe û ev di berjewendiya Bakûr Rojhilatê Sûriyê ye

 

 

Back to top button