ManşêtNûçe

Partiya Çep a Swêdê piştgirî da HDP’iyan

Berdevkê Polîtîkaya Derve û Parlamenterê Partiya Çep Hakan Svenneling daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku Partiya Çep ji ber bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin û binpêkirina maf û azadiyan bi fikar e û got, “Hewldanên Erdogan ên ji bo tepisandina sêyemîn partiya herî mezin HDP’ê, êrişeke giran a li ser pîvanên bingehîn ên demokrasiyê ye.”

Svenneling ragihand ku nerazîbûna ji derve wê li ser paşeroja HDP’ê diyarker be û bi vê gotinê bal kişand ser girîngiya HDP’ê ji bo Tirkiyeyê:

“Li gorî Partiya Çep, HDP ji bo demokrasiyê û mafên Kurdan têdikoşe, lewma li ber hewldanên ji bo girtina HDP’ê radibe. Eger HDP bê tepisandin wê hêviya demokrasî û aştiyê ya li welêt jî bê tepisandin.”

Svenneling bal kişand ser îdîayên sûcdarkirina HDP’ê bi hinceta serhildana Kobanê û got, “Rejîma Tirk şerê ku beriya bi salan di dema xwepêşandanan de qewimî dike hincet û HDP’ê bi terorîzmê sûcdar dike.”

Svenneling bi bîr xist ku Partiya Çep jî wê demê tevî gelên cîhanê ji bo şermezarkirina êrişên çeteyên DAÎŞ’ê yên ku dewleta Tirk neyekser piştgirî dida, çalakî li dar dixist.

Svenneling destnîşan kir ku rûniştinên vê dozê nîşan dide ku ji bo Erdogan, astengkirina mafê Kurdan ji têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê girîngtir e.

Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep anî ziman ku ji ber şewbê ew nikarin tevlî rûniştinan bibin û diyar kir ku wê kampanya piştevaniyê ya li ser medya dîjîtal bi hastaga #SolidarityWithHDP û #DefendKobani dane destpêkirin dewam bikin.

Seroka Duyemîn a Forûma Çep a Navneteweyî Yekbûn Alp li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku li dijî girtina rêveberên HDP’ê û hewldana ji bo girtina HDP’ê wê heta dawiyê piştgiriyê bidin HDP’ê û hêzên demokrasiyê.

Alp got, “Bêdengî divê neyê qebûlkirin. Nirxên me niha tê ceribandin. Gotinên me tên testkirin, eger em bi rengekî cidî qala demokrasî, mafên mirovan, aştî û azadiyê dikin, hingî divê têkildarî bûyerên li Tirkiyeyê em bi rengekî eşkere biaxivin. Axaftin têrê nake, divê em amade bin ku li pişt gotinên xwe bisekinin û zextê bikin.”

Alp destnîşan kir ku HDP partiyeke demokratîk e, dengê gel e û çareseriya aştiyane dixwaze, dixwaze Tirkiye demokratîk bibe, lewma dibe hedefa Erdogan.

Di vê navberê de Parlamentera Ewropayê ya Partiya Çep Malin Bjork û Seroka Duyemîn a Forûma Çep a Navneteweyî Yekbûn Alp li ser medya dîjîtal hevdîtin bi Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Dervîş Çîmen re kir.

Çîmen li ser zext û zordariya ku li HDP’ê tê kirin û ‘Doza Kobanê’ agahiyên berfireh parve kir.

Endamên Partiya Çep ên bajarê Uppsalayê li ser medya dîjîtal ji bo piştgiriya HDP’ê dest bi kampanyayê kirin. Endamên Partiya Çep bi vê armancê dîmen weşandin û peyamên piştgiriyê dan.

Back to top button