Gotar

Diyalog ..pêwistiyên wê, û çawa pêk bînin?

Wisa diyar dibe ku hîn gelek kes hene dixwazin pirojeya xweseriya demokratîk û tecribeya wê li Bakûr û Rojhilatî Sûriyê pîs veguhizînin û bidin nasîn ku nêzîkatiyeke cuda ye ji nêzîkatiya sûrî; tabî ev ji alîkî ve armanc jê tersî wê ye, ji ber ku rêvebiriya xweser bi berhevdana yên ku nav li xwe dikin Sûrî re, di rêza Sûrî de bû û tersî wê derneket lewra rêveberiya xweser bû armanca wan, dixwazin bi riya van kampaniyan hemû kêmkasiyên xwe û beşdar bûnên xwe di komployan de li serê gelê Sûriyê di siya berdewm kirina wan di rêgiriyê de li pêş çareserî û aramiyê, veşêrin û riwê xwe sipî bikin û bê goman ev yek liser gelek aliyên sûrî û herêmî rast dikeve.
Di alîkî din de rêveberiya xweser şamê weke paytext û alîyekî çareseriyê girîng dibîne. Lewra rêveberiyê tu carî vexwendinên çareserî û diyalogê bi Şamê re red nekiriye.lê tiştin girêdayî nerînên deshilata Şamê hene, eniv nerînên han bercewendiyên kesekî tê de nînin, di heman demê de alûziyê gurtir û girêkde dike, Şamê weke min berê gut alîyekî girînge ema diyalog pêre dive ku di bercewendiya aramî û û bercewendiyên sûriyan de be ne di bercewendiya alîkî de be ji kîsê aliyekî din, lewra rêveberî di bîne ku pejrandina dîmena sûriyê wek heyî xwedî roleke girîng be ji bo avakirina çareseriya demuqratîk.
Dema ku Şam ji diyalogeke piratîkî û rasteqîne re amade be Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jêre hazire, û gelên herêmê bi hemû derfetên xwe kedekî mezin dane da ku rêgir bin li pêş perçebûna Sûriyê û civaka wê, û ne tenê wisa gelên herêmê gebûl nekiriye ku herêma me bibe milekî nerim ji kesên ku dixwazin sûriyê û gelê wê ji xwe re bike armanc, û ev gefên mezin yên dewleta Tirkiya dagîrker û çeteyên wê û berî wan çeteyê DAIŞ`ê ku li gelê me tên xwarin tenê armanc jê êrîşa li ser helwestên me ne ew helwestên ku rasteqîne û di asta yekê de sûrî ne, di piratîkê de xeta welat parêzî Sûrî diyare û gelek ked ji nasîn wê re navê.
Hebûna her aliyekî ji bû bi lezkirina diyalogê û gihîştina encamên piratîkî wê têvedaneke xurt û mezin be ji bo
Sûriyê û gelê wê. Divê her kes li gor perpirsiyartiyên welat parêzî Sûrî mijûl bi be û tevbigere û dûr bikeve ji bercewendîyên xwexweyî çi di dosêya aramî û diyalogê de an jî di çareseriya giştî de.
Pêwîstiya me bi diyalog û li hevkirinê heye, û diyalog ji bo me wek gelên Bakûr û Rojhilatî Sûriyê pirensîbeke bingehî ye û bangewaziya me ne ji alîkî tenê re ye, bangewaziya me ji her alîkî ku rast dixwaze kedekî bide re ye, hinek kes û alî ketin rê û rêbazên ne sûrî pêwistî îro bi lêbûrîn û bêrgî bûna hev heye da ku em çarenûs û pêşerojek demuqratîk ji Sûriyan re pêşkêş bikin.
Aldar Xelîl

Back to top button