ManşêtNûçe

“Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bê dawîkirin”

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê û parêzarên wan li Meclîsa Tirkiye derbarê tecrîda li Îmraliyê de daxuyanî dan û diyarkirin ji 25’ê Adarê ve bi ti awayî agahî ji Îmraliyê ne hatiye girtin û gotin: “Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bê dawîkirin û agahiya herkesê li ser rewşa dawî ya li Îmraliyê be.”

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Xeyrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş li Meclîsa Tirkiye civîna çapemeniyê li dar xistin.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, birayê Omer Xeyrî Konar Emîn Konar, xwişka Weysî Aktaş Sabîha Aktaş û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol û Serbay Koklu tevlî civînê bûn.

Parleementerê HDP’ê yê Riha’yê Omer Ocalan ragihand, ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve agahî ji Îmraliyê negirtine û got: “Bi ti awayî nikarin agahiyê ji Birêz Abdullah Ocalan, Omer Xeyrî Konar, Weysî Aktaş û Hamîlî Yildirim werbigirin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê têne hiştin. Pêwendiya herî dawî ya bi xizmên xwe re di 25’ê Adarê de bi rêya telefonê bû, ku piştî 14’ê Adarê hin îdîa li ser jiyana Birêz Ocalan li hin malperên înternetê hatin weşandin, pêk hat. Wê demê axaftina bi telefonê ya bi Birêz Ocalan re ji ber sedemeke ku em nizanin hate qutkirin. Axaftina bi Birêz Yildirim re jî gelekî kurt pêk hat û girtiyên din ji bo tecrîdê şermezar bikin bi telefonê neaxivîn, lewma pêwendî bi wan re nehate kirin.

Ocalan di vê axaftina kurt de ragihand ku şert û mercên heyî yên tecrîdê nayên qebûlkirin, li dijî vê rewşa li dijî hiqûqê dixwaze ku mafê xwe yê hevdîtina bi parêzeran re bi kar bîne û qanûn bi cih bê anîn.”

Omer Ocalan destnîşan kir ku qutbûna pêwendiyên xizmên wan li Îmraliyê, tirs û fikarên wan ên li ser jiyana wan zêde kirine.

Omer Ocalan bi berdewamî got, “Birêz Ocalan her cara ku firsend dît ji bo aştiyê û çareseriya demokratîk hewl da. Ji ber vê yekê jî tecrîd di heman demê de tecrîda li ser derfeta aştiyê û çareseriya demokratîk e. Li gel vê yekê em dibînin ku bêhiqûqî û kêfiyeta li Îmraliyê tê kirin li tevahiya welêt çawa belav dibe. Bi navê mablatên girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê em ji rewşa xizmên xwe yên ku nikarin agahiyê ji wan werbigirin bi fikar in. Em ji jiyana wan bi fikar in. Em dixwazin ku dawî li bêhiqûqiya li girtîgeha Îmraliyê bê anîn û mafên hiqûqî yên xizmên me bêne dayin.”

Ocalan axaftina xwe bi banga: “Em bang li saziyên erkdar dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û bang li raya giştî jî dikin ku bala xwe li ser mijarê be” bi dawî kir.

Malbatên Rêber Ocalan û sê girtiyên din wê li Enqereyê çend hevdîtinên din derbarê tecrîda li Îmraliyê de lidarbixin.

ROJnews

Back to top button