Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêbertî, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li Dirbêsiyê pêşbirkek bezînê li bajar bi beşdariya endamên Rêveberiya Xweser, werzişvan û kongra Star li dar xist.
Pêşbirk ji çerxerêya Quneytrayê dest pê kir û li ber goristana şehîdan (Goristana Şehîd Rûstem Cûdî) ya gundê Berkevirê, di nava coş û amadebûna zêde ya temaşevanan de bi dawî bû. Di dawiya pêşbirkê de amadebûyan û beşdaran ber bi goristana şehîdan ve ketin rê û li wir bi wefadarî û pêzanîna cangoriyên şehîdan û ji bo bihêzkirina nirxên azadî û berxwedanê yên di vê rojê de gelek dar çandin.