ManşêtNûçe

Dîbo: Hevdîtin bi erênî derbas bû

Endamê MSD’ê Sîhanok Dîbo têkildarê hevdîtina bi Lavrov re hatî kirin ji ANF’ê re axivî.

Dîbo têkildarê çûyîna ji bo hevdîtinê ragihan ku li ser daxwaza fermî ya rayedarên Rûsyayê ew çûne hevdîtinê û diyarkir, “Bi vexwendineke fermî, şandeyek ji MSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Mikhail Bogdanov re hevdîtin pêk anîn.

Dîbo diyarkir ku hevdîtin bi erênî bûye û wiha pêde çû: “Gelek mijar hatin nîqaşkirin. Yek ji wan ev bû ji bo giştî Sûriyê, bi taybetî diyalogek di navbera Rûsya, hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de bû.”

Dîbo derbarê tevkirina MSD’ê ya di pêvajoya nîqaşên siyasî yên ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê jî nêrînên xwe anî ziman û da zanîn, “Xaleke din jî ev bû ku MSD beşdarî proseya siyasî ya Sûriyê û destûra Sûriyê bibe. Weke tê zanîn heya niha em li derveyî wê dihatin hiştin. Wezareta Karên Derve ya Sûriyê diyarkir ku êdî pêwîste MSD’ê ji derveyî vê pêvajoyê neyê hiştin.

Dîbo di dewamê de her wiha behsa helwesta şandeya Rûsî ya ji bo komîteya destûra bingehîn a Sûriyê kir û got, “Wan gotin ku Komîteya Destûra Bingehîn jî di nav de wê ji bo ku MSD jî di nava pêvajoya siyasî ya Sûriyê de cih bigre ewê hewlbidin.” Û wiha doman, têkildarê gihandina alîkariyên mirovî ji bo herêmên qut ji giştî jî hat nîqaş kirin û hate gotin ku “Heta eger hatibe qutkirin jî wê ji hemû herêman re alîkariyên mirovî bên gihandin.”

Sîhanok Dîbo ragihand ku li gel wan mijaran derbarê deriyê Til Koçer bê ka çawa vê were vekirin nîqaş pêşket û got, “Di pêvajoyên li pêşiya me de wê hevdîtin bidomin.”

Dîbo her wiha diyarkir ku gef û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî hate gotûbêjkirin û wiha axaftinê xwe domand; “Got ku ew ne alîgirên êrişeke nû yê dagirkeriyê yê Tirkiye li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkbîne ne. Her wiha diyarkirin ku ew ne alîgirê mayîna wan li herêmên ku dagirkirinî ne. Rizgarkirina van herêman û vegerandina wan li ser Sûriyê helwesta fermiya wan ya berê û îroyî ye. ev gotina xwe dubare kirin.”

Dîbo di dewamê de destnîşan kir ku encamên erênî ji hevdîtinê derketin holê û diyar kir ku mijara QSD’ê jî hat rojevê û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Hate nîqaşkirin ku di projeyeke demokratîk a Sûriyê de QSD hem perçeyek ji artêşa Sûriyê be û hem jî xwesertiya xwe biparêze.”

Back to top button