ManşêtNûçe

Dibistanên dewleta Tirk ên li Erebistana Siûdî dê werin girtin

Erebistana Siûdî biryar da ku 8 dibistanên Tirkiyê yên li paytext û hin parêzgehên Siûdiyê bigire.

Li gorî çapemeniya Tirk dibistanên ku dê werin girtin li Riyad, Cede, Tibûk, El-Demam, El-Taêf, Ebhe, Mekê El-Mûkeremê û Medîneyê ne.

Li gorî Wezareta Perwerdeyê ya Erebistana Siûdî, çalakiyên ku li dibistanên Tirk tên meşandin, dê di dawiya vê salê de bi dawî bibin, her wiha dê derfet ji xwendekaran re werin peydakirin da ku li dibistanên ku ew dixwazin, xwe tomar bikin.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê di meha Adarê de diyar kiribû ku li Erebistana Siûdî 26 dibistanên Tirkiyê hene.

ANHA

Back to top button