ÇalakîManşêt

Di sêyemîn salvegera êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê de li Silêmaniyê standek protestoyî

Nûnertiya PartiyaYekîtiya Demokrat li herêma Kurdistanê, duh di dîroka 2021-1-20, seknek protestoyê li dar xist di salvegera sêyemîn ji êrîşên Tirkiyeyê li Efrînê, li parka Azadî li bjarê Silêmaniyê li başûrê Kurdistanê.

Di seknê de bi dehan ji çalakvan û sivîl beşdar bûn, û hejmarek ji partiyên siyasî û rêxitinên sivîl, daxuyaniyên şermzarkirina dewleta Tirk û binpêkirinên wê hat kirin, wêneyên birîndar û şehîdan hat hlidan yên ku bû qurbaniyên êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.

Sekna protestoyê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehdên azadiyê piştre daxuyanî ji hêla Mervan Hesen hat xwendin bi navê nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokrat li herêma Kurdistanê, tê de wiha hat:

Di wek vê rojê de ji sala 2018’an Efrîn rastî êrîşek mezin hat ji hêla dewleta Tirk a dagiker, û bi tevlîbûna bi hezaran ji çeteyên girêdayî wê, ku ezmanê Efrînê zêdetirî 70 balafirên şer xenqî.

Daxuyaniyê wiha domand: Gelê me û hêzên me li hember van êrîşên hovane destanên lehengî û fedakarî yên herî xweş nivîsandin, û piştî berxwedanek ku 58 rojan dom kir, bi sedan gelên me şehîd ketin û bi deh hezaran bi darê zorê ji mal û warên xwe hatin koçber kirin, û Tirkiye bi rêyên cûr bi cûr hewl da ku demografiya herêmê bigurîne di riya bicihkirina malbatên çeteyan ên girêdayî wan li malên kurdan ên resen.

Daxuyaniyê wiha tekez kir: Dewleta Tirk Efrîn dagirkir û herêmê din mîna Serêkaniyê û Girê Spî, di derketine ji hemû Eraf û qanûnên navdewletî, û hîn jî terora xwe pêk tîne bi hemû rêbazan ji kuştin, revandin, dizî û birîna darên Efrînê û helandina dîrok û kurdîtiya herêmê li pêşiya çavên cîhanê û civaka navdewletî.

Daxuyaniyê bêdengiya navdewletî şermezar kir li ser van kiryaran û daxwaz ji gelên azad kir û daxwazkirina azadiyê, ku bi erkê xwe yê mirovî rabe û bidawîkirina dagirkeriyê li ser hemû herêmên Sûriya di serî de Efrîn û vegerîna ewlehî û aştiyê.

Piştre bi navê “forûma li dijî dagirkeriyê” Bextiyar Mustefa  axivî, ku tê de bang li civaka navneteweyî kir ku erkên xwe li hember tiştê ku li Efrînê diqewime bicîh bîne, her wiha wî bang li hemî hêzên Kurdistanî kir ku rêzên Kurdî bikin yek û ji bo rizgarkirina Efrîn û hemî herêmên Kurdistanê bixebitin.

Hozan Efrînî bi navê Meclisa Penaberên Kurd li Silêmaniyê daxiyaniyek da, tê de wiha hat:

Em vê boneya bi êş bi bîr tînin ku şermek bû li ser eniya dewletên piştgiriya vê operasyona siyasî û aştiyane li Sûriya, em bang li dewletên ku rola wan ya mezin di herêmê de heye di serî de Emeîka, Rûsiya, Faransa û Brîtaniya ku zextê li ser Tirkiyeyê bikin ji hêzên xwe ji Efrînê bikşîne.

Sekina protestoyê bi berzkirina drûşmeyên ku berxwedana Efrînê silav dike û dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar dike biawî bû.

Back to top button
Close