ManşêtNûçe

Di salvegera Şoreşa Rojava de Kongreya Star banga bilindkirina têkoşînê kir

Koordînasyona Kongreya Star- Rojava bi boneya salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de şehîdên ku di oxira azadiyê de şehîd bûn bi bîr anî û salvegera şoreşê li Rêber Abdullah Ocalan ku ji bo pêkanîna azadiya jin û civakê her tiştê giranbiha feda kir, pîroz kir û şehîd Sakîne Cansiz, Bêrîtan, Zîlan, Leyla Agirî, Hevrîn Xelef, dayika Eqîde, Arîn Mîrkan, Gulê Selmo, Zehra Berkel, Avesta, Hind, Seeda û jinên berxwedê silav kir û bir anî.

LI ŞÛNA DELWETÊ, SÎSTEMEKE CIVAKÎ YA HEVGIRTÎ

Di daxuyaniyê de hate gotin, Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi awayekî cûda şoreşên Rojhilata Navîn xiste nava tevgerê, ji ber wê jî Buhara Gelên Rojhilata Navîn hate ragihandin û 19`ê Tîrmeha 2012`an weke roja destêkirin û ragihanina şoreşê hate diyarkirin û li şûna saziya dewletê ya lawaz, sîstemeke civakî ya temam û hevgirtî ava kir.

ŞOREŞA TÎRMEHÊ GEL JI QALIBÊN KU LI SER WAN HATIBÛN FERZKIRIN, RIZGAR KIR

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola şoreşê di rizgarkirina gel ji desthilatê û destnîşan kir ku şoreşa ku Rêber Abdullah Ocalan pesnê wê dida ber bi azadiyê ve çû û rêbazê jiyana heyî kir hedef. Ji ber ku şoreşa rast di guhertina wî rêbazî de ye, ji ber ew dozeke çarenûsî ye. Heke doza jinê bi awayekî girêdayî zinhiyet, îdeolojî, rêxistin, mêtîngerî û bindestiyê neyê destgirtin û li ser wê esasî çareserî neyên dîtin, ne pêkane ku şer veguhere şerê azadiyê yan jî aştî aştiyeke rastî be. Her tim mijara jinê dûrî şer û şoreşê hatiye destgirtin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku, “hemû netew û pêkhateyên li Rojava û Bakurê Sûriyê bi awayekî demokratîk û bi baweriyeke pir mezin karibû cihê xwe di nava sîstema rêveberiyê de bigrin, bûne cihê biryarê û di salên şoreşê de gel karîbû azadiya xwe bi dest bixe û fikr û rêxistina xwe li ser astên bilind pêk bîne. Ji ber ku Şoreşa Tîrmehê ne tenê gel ji desthilata Baasê rizgar kir, lê belê ew ji gelek qalibên ku li ser wan hatibûn ferzkirin rizgar kir.

Jin di nava şoreşê de pêşeng bû, cihekî girîng û roleke mezin di hemû alî û qadên têkoşînê de girt, destk da qada leşkerî û heta qada siyasî, aborî, çandî û civakî û her tim pêşeng bû. Ji ber wê yekê Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê hate naskirin.”

JINÊ RENGEKÎ TAYBET DA ŞOREŞÊ

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de pesna rola jinan di Şoreşa Rojava de da û got: “Kongreya Star jî berhemeke wê berxwedanê ye. Kongreya Star nasnameya jinên ji bo azadiyê têdikoşin, temsîl dike. Baweriya me bi têkoşîn û berxwedana jinan pir mezin e. Destkeftiyên ku jinan bi dest xistine mînaka wê yekê ye. Jinan rengekî cuda da şoreşê, hişt ku ji şoreşên berê cudatir be, bi hezaran jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meclis, saziyên sivîl, siyasî, leşkerî û desteyan de dixebitin û cihê xwe di nava hevserokatiyê de digrin lê li hember vê yekê jî kuştin, revandin, girtina bêserûber li dijî jinên siyasetmedar û çalakvnên siyasî çi li herêmên rizgarkirî û çi li ên dagirkirî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zêde dibe. Komkujiyên ku li dijî jinan têne kirin ne tenê li dijî jinê ye, lê belê li dijî fikr û azadiya wê têne kirin. Ruxmî hemû kiriyarên hovane jî, lê îradeya jinan zêde dibe. Pêwîste hemû jin dakevin qadên berxwedanê û ji bo azadiyê têbikoşin.”

ANHA

Back to top button