DaxuyanîManşêtPYD

Di salvegera damezirandina partiya me sozê nû dikin ji bo temamkirina riya şehîdan

Hijdeh sal ji têkoşînê li hember zehmetî û pirsgirêkan, piştre li hember derketina ezmûnên dîrokî û serkeftina wan ji bo bidestxistina destkeftiyên çarenûsê li ser asta rojavayê Kurdistanê û tevgera Kurdistanê bi giştî. Ew e riya partiya me ye PYD, bi kurtasî ji destpêka damezirandina wê di 20’ê Eylûna 2003’an heta roja me ya îro.

Damezrandina partiya me ji şert û mercên objektîf ên ku li herêmê derbas dibin û ji rastiya ku “mirovên rêxistinkirî dikarin îradeya xwe ferz bikin” pêk hat, ku ji tecrûbeyên berê yên gelê me li Rojavayê Kurdistanê sûd werdigirtin û ji leza girseyî ya encama bilindbûna tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê li seranserê Kurdistanê û bi giştî Rojhilata Navîn, ji bo ji gelan re bibe rêxistinek pêşeng li hember zehmetiyên ku li asoyê xuya dibûn û valahiya bigrin ku ji ber nekarîna rêxistinên kevneşopî ji bo rêvebirina civakê.

Bi damezairandina partiya me 2003-9-20 zext û hemleyên girtinê zêdebûn ji hêla rêjîmê li ser alîgir û endaman bi tabyet di pêvejoya têkiliyên birtiyên di navber serê her du rêjîman Sûrî û Tirkî, piştre ezmûna “Serhildana Qamişlo” hat ku girtin û îşkence hebûn di hicreyên Îstxbaratê û şehîdbûna bi dehan ji welatparêzan, heta ku destê xedar gihaşt pêşengên partiya me ji wan( Ebû Cûdî, piştr Şçlan û rêhevalên wê Fûad, Cemîl, Zekeriya û Ciwan) digel şehîdên welatparêz di her boneyekê bi taybet di ceja Newroza Reqa û Qamişlo û şehîdbûna heval Osman Dadalî di bin îşkenceyê, her wiha heval Îsa Hiso di teqînekê de.

Der barê wê pêvajoyê de heta berî şoreşa gelê Sûrî partiya me gihaşt riya xwe ya baş ber bi rêxistina civakê û damezirandina siyaziyên xwe yên gelêrî ber bi Bradîgma Netewa Demokratîk, êdî partiyê dest bi damezirandina mecalisan kir bi encama biryarên kongerya Sêyemîn ya k u di 2007’an hat li dar xistin, lê zordestiya rêjîmê û îstxbaratê wê astengî xist riya partiyê heta sala 2011’an, û bi şoreşa gelê Sûriya partiyê dest bi pêkanîna bername û siyasetên xwe kir di riya gihaştina civakek zane bi demokratîk û siyaseta exalqî ji bo bibe nimûneyek ji tevahiya Sûriya, lê li Rojhilata Navîn jî.

Ji dema serhildana Qamişlo heta roja me ya îro Yekîtiya Refa Kurdî ji yekemîn xebatên partiya me bû, ji ber vê yekê me têkiliyên bratiyê parast û nêzîkatiya bi tevahiya partiyên Kurdî û Kurdistanî re li derve û hundir. Di der barê pêvajoya Serhildana Qamişlo em tim bi partiyan re di nava têkiliyê de bûn, û me şandeyên hevbeş avakir ji bo hevdîtinan pêk bînin bi berpirsyaran di rêjîmê de û hêzên siyasî yên Sûrî, lê gelek hêzan xwe ji peyman û hevbendiyên daîmî bi me re girtin ji ber dilnexwazî ​​an tirsa wan ji zordariya rejîmê an dijberiya hin aliyên derve, tevî lezgîniya me ya berdewam, û wusa bû di destpêka şoreşa gelên Sûriyê de, cihê ku me kar kir da ku pêwendiyên biratiyê di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de bi hemû girêdanên wî yên etnîkî û olî xurt bikin.

Di dema şoreşa gelên Sûriyê de, me rêbaza sêyemîn şopand û em bi hemû hêza xwe xebitîn ku rêzên gelan bi rêxistin bikin, di nav de xweparastina rewa jî, û me kar kir ku rê ji hemû rêxistinên siyasî û civakî re vekin da ku erkên xwe pêk bînin ber bi organîzekirina rêzên gel ve, ji ber vê yekê Rêveberiyên Xweser hat tevî şerê ku dijminên gelan bi taybetî an jî bi amûrên xwe yên terorîst meşandine, ev şer li hemû eniyên leşkerî, siyasî û dîplomatîk berdewam dike.

Bi saya gelê me û hewldanan yên ji hemû pêkhateyan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, partiya me cihê xwe pêşîn digre di destpêka têkoşîna di navbera partiyên siyasî û hêzên civakî yên ku bi vê têkoşînê re tevkarî kirin her wiha di avakirina civak û saziyên wê de.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD endamên partiya xwe pîroz dikin, û alîgiran û tevahiya gelê me li bakur û rojhilatê Sûriya bi boneya salvegera 18’emîn ji damezirandina partiya me, em soza xwe ji şehîdan re û ji tevahiya gelên xwe re nû dikin ku em ê di riya pêşîn de bin ya gelê me yê têkoşer bêyî westan ji bo li hember dijminên gelan û alavên wan ên terorîst bisekinin, her wiha em ê li hember hemû hîle û mêtingehên wan ên ku bi çandina nakokiyê û pêkanîna siyaseta “parçe bike û birêve biçe” ku dixwazin gelan rûreş û kole bikin, bisekinin.

Her wiha em soz didin wan ku li dijî gendelî û nehevsengiya di hemî saziyên me de têbikoşin, û gelan ronîbikin û perwerdehiya girseyê bidomînin heta damezirandina neteweya demokratîk, ku xaçerêya azadî, biratiya gelan û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de ye.

Nemirî ji şehîdên azadiyê re, û şerhîdên riya tekoîşna me

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2021-9-19

Back to top button