ManşêtNûçe

Di nûçeyên Fransayê behsa bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayan hate kirin

Di medyaya Faransayê de êrîşên kîmawî yên ku dewleta Tirk li ser gerîlayan pêk tîne tê weşandin, li ser vê yekê Rojnameya Hûmanîteyê ji manşetê qala vê êrîşa kîmyewî kir. Kanala nûçeyan a France24’ê jî cih da vê nûçeyê.

Rojnameya Hûmanîteyê di nûçeya xwe de ya li ser bikaranîna dewleta Tirk çekên kîmawî li dijî gerlîa wêneyekî ku ajansa ANF weşandibû bi kar anî û wiha tê de hat weşan: Di şerê qirêj ê Erdogan de gumanên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî.”

Kanala nûçeyan a France24ê jî nûçeya rojnameya Hûmanîteyê weşand û got “Bi tenê lêkolînên ku Neteweyên Yekbûyî yan jî lêkolînên di bin banê OPCW’ê de dikare îddîayên PKK’ê piştrast an jî pûç bike.”

Pêşkêşvan got “Rojname diyar dike rêya herî mantiq ev e ku Iraq daxwazeke wisa bike lê ji ber ku hikumetek bi îstîkrat tune, wisa xuya dike wê ev tişt pêk neyê. Rêyeke din jî ev e ku welatekî wekî Fransayê bixwaze ku tiştekî wisa were kirin.”

 

Back to top button