ÇalakîJinManşêtNûçe

Di nava çalakiyên Meclisa Jin” Ji bo têkbirina dagirkerî û tundiyê têkoşîn bike”

Bi boneya hatina roja cîhanê ya tundiya li dijî jinê û di nava hemleya “Ji bo têkbirina dagirkerî û tundiyê têkoşîn bike”, Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD rêzeçalakiyên hişyarkirinê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê li dar xist.

Di semîneran de li ser rêyên rûbirûbûna zîhniyeta baviksalarî a desthilatdar a ku ji bo civakan bûye xetera herî mezin, hate sekinandin.

Kêmkirina pêkanîn û binpêkirinên rojane yên li dijî jinan bi taybetî li herêmên di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst de.

Di semîneran de cureyên tundiyê, sedemên wê, bandorên neyînî û bandora derûnî ya li ser civakê hatin nîqaşkirin.

Gotebêjan bal kişandin ser pêwîstiya guhertina zîhniyeta baviksalarî a desthilatdar, ji ber vê yekê ji bo hemû beşên civakê divê semîner, konferans, komxebatên hişyarkirinê û perwerdeyê bên lidarxistin.

Gotebêjan diyar kirin ku Partiya Yekîtiya Demokratîk di hemû qadên siyasî, aborî, civakî û çandî de ruhê hevparî û wekheviyê temsîl dike û ji bo avakirina siberoja demokratîk a azad dixebite.

Back to top button