ManşêtNûçe

Di mehekê de li Efrîna dagirkirî 44 welatî hatin revandin, 200 dar hatin birîn

Ji 18`ê Adara 2018`an ve û heta niha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê sûc û binpêkirinan pêk tînin.

Sûcên ku li kantona Efrînê têne belgekirin beşeke biçûk ji sûcên ku têne kirin e. Li Efrîn û navçeyên wê zêdetirî 20 jêrzemîn û girtîgehên bi kesên revandî dagirtî ne, sûcê wan tenê ew e ku ew Efrînî ne.

41 WELATÎ, JI WAN 9 KESÊN BITEMEN HATIN REVANDIN

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Gulana borî de 41 welatî di nav de 3 jin û 9 kesên temenmezin revandin.

Li navçeya Mabeta û gundewarên wê îstixbaratên dewleta Tirk û çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî 13 welatî revand di navde 5 kesên temenmezin. Navê kesên hatine revandin ev in:

Mihemed Oso (60), Mistefa Henan Qere Mihemed (78), Elî Oskîlo (23), Ebdo Oskîlo (60), Ehmed Mihemed Mistefa (50), Ebdo Bekir Elî (55), Sebrî Mistefa Şaşo (60), Ferîd Arif Kûsa, Arif Elî Eşref, Reşîd Menan Xelîl, Menan Mistefa Axa, Fewaz Mihemed Heyder (70) û Îbrahîm Mihemed Şêx Seydî (39).

Li navçeya Raco û gundewarên wê jî çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî 7 welatî revand di nav de 2 kesên bitemen hene, navê wan wiha ye:

Elî Ehemed Kaşî, Seîd Nasan (52), Sefer Mistefa (80), Seydo Seydo (50), Hîn Heyder Bilal (80), Mihemed Ehmed Mistefa û Remzî Seydo Bekir (44).

Li navenda kantona Efrîna dagirkirî îstixbarata Tirk û çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî 7 welatî di navde kalepîrek revand. Ew jî ev in:

Mihemed Izet (30), Mihemed El-Umer, Umer El-Umer, Telal Ehmed Ebdo, Mihemed Daûd Umero (37), Îbrahîm Hemza (73) û Mamo Îbrahîm Hemza (55).

Li navçeyên Bilbilê, Şêrawa û Cindirêsê çeteyên dewleta Tirk 11 welatî di nav de kalepîrek revand navê wan wiha ye:

Hisên Ebûd Qîçê (36), Reşîd Mihemed Ebdo (29), Mehmûd Salih Remo (60), Hemo Hemîd Ehmed (50), Nîzar Mihemed (25), Mihemed Ehmed, Ehmed Silêman Bekir (32), Mistefa Ehmed Hidûr (22), Salih Reşo, Ehmed Mihemed Eteş (30) û Mihemed Xelîl Eteş (25).

DI MEHEKÊ DE 3 JIN HATIN REVANDIN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê çeteyên dewleta Tirk û MÎT’a Tirk 3 jinên ji kantona Efrînê revandin, navê wan jî wiha ye:

Arîn Fexrî Mislim (35), Hemrîn Îbrahîm (29) û Helîma Çolo (55).

REVANDINA WELATIÊN JI EFRÎNÊ LI SER AXA TIRKIYÊ

Ne tenê li Efrînê, li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî 3 welatiyên ji Efrînê ji aliyê MÎTa Tirk ve hatine revandin.

Navê wan jî wiha ye: Mihemed Bilo (35) ji gundê Dîkê yê girêdayî navçeya Bilbilê ya girêdayî Efrîna dagirkirî ye.

Yûsiv Hisên Çolaq ji gundê Mamilo yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê ye û ciwanê bi navê Mihemed Umer (19) ji gundê Hesendêra yê girêdayî navçeya Bilbilê ye dema ku berê xwe dida karê xwe li bajarê Stenbolê hate revandin.

ZÊDETIRî 200 DARÊN ZEYTÛN Û HENARAN HATIN BIRÎN

Di çarçoveyê binpêkirinên dagirkeran ên li hember xwezaya Efrînê jî Rêxistina Mafên Mirovan got, Serçeteyên bi nave Mihemed Sîrac Elî ku ji bajarokê Heyan ê gundewarên bajarê Helebê ye zêdetirî 70 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Ehmed Miho birî.

Ehmed Miho ji navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ya dagirkirî ye.

Her wiha çeteyên bi navê (Feyleq El-Şam) zêdetirî 150 darên zeytûn û henaran birîn. Zêdetirî 60 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Cemîl Nasro ku ji gundê Basofanê ye, zêdetirî 50 darên welatiyê bi navê Cemîl Ehmed Ehmed ku ji gundê Kebaşîn, 40 darên henaran ên welatiyê bi navê Ehmed Betal ê ji gundê Xezawiyê, birîn.

ANHA

Back to top button