ManşêtNûçe

Di girtîgehên Tirkiyê de sûcên li dijî girtiyan jî zêde bûne

Komîteya Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) şaxê Stenbolê, rapora xwe ya beşî ya têkildarî sûcên li dijî mafên mirovan ên li girtîgehên herêma Marmaraya ya Tirkiyê weşand. Herêma Marmara ji 7 wîlayetan pêk tê ku Stenbol jî di nav de ye.

Di raporê de, sûcên ku li girtîgehên 7 wîlayetan hatine belgekirin.

Li gorî raporê, di 3 mehên pêşîn de ên sala 2021`an de hezar û 233 caran mafên mirovan hatine binpêkirin.

Îşkenceya li girtiyan û dan û standinên nebaş, gef, lêdan, lêgerîna tazî, serdegirtin, binpêkirina mafê tenduristiyê û dermankirinê, qedexekirin û kirinên hovane berdewam in.

Di raporê de hat destnîşankirin ku bi hinceta belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) mafên girtiyan hatine binpêkirin.

Tedbîr û girtekên ji bo vîrusa Koronayê nayên girtin, ji ber wê hejmara pêkhateyan di girtîgehan de bilind bûye.

Raporê eşkere kir ku rêveberiyên girtîgehan bi gelemperî mask, madeyên dezenfektekirinê, sabûn, madeyên paqijiyê û yên taybet nadin girtiyan. Her wiha xwarinên pêwîst jî nadin girtiyên ku bi nexweşiyê ketine.

Back to top button