ManşêtNûçe

Di çarçoveya guhretina demografîk.. dewleta Tirk du mêtingehên nû li Efrînê ava dike

Sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrîna dagirkirî berdewamin, ligel guhertina demokgarîfk ya ku pêk tîne.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, dewleta dagirker di çarçoveya guhertina demografîk de li gundê Kefer Rûmê yê girêdayî navçeya Şerayê mêtingehek nû çêkiriye.

Mêtingeha nû ji 50 avahiyên 4 qatî pêk tê. Dê malbatên çeteyên ku şandine welatên din, li wê mêtingehê werin bicihkirin.

Dewleta Tirk a dagirker li nêzî gund jî mêtingehek nû çêdike. Ew mêtingeh jî ji 200 avahiyan pêk tê.

Back to top button