ManşêtNûçe

Di berdewamkirina binpêkirinên Tirkiyê de, çeteyan 10 sivîlên Efrînê revandin

Çavkaniyên ji hundirê Efrînê daxuyand ku çeteyên Polîsên Leşkerî û Muetesim Billah bi ser gundê Memila yê navçeya Reco de bi 15 erebeyên leşkerî girtin û nêzî 10 sivîlan ji gund revandin.

Li gorî çavkanî, çeteyên tevahî rêyên ber bi gund ve girtin û dest bi revandina bêserûber a bi buhaneyên derew kir.

Navên hin revandiyan wiha ne; Mistefa Mihemed Zîbar, Fewzî Hisên Osman, Ehmed Hisên Hemkilîno, Ehmed Heyder Cafer, Mistefa Şewqî û Fewzî Murad Cafer ku di kêmî hefteyekê de du car in tê revandin.

Çavkanî teqez kir ku çeteyan şêniyan revandî ber bi cihekî ne diyar ve birîn.

ANHA

Back to top button