ManşêtNûçe

Di berdewamiya guhertina demografiya Efrînê de, Tirkiya gundek nû ava kir

Li gorî raporeke Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (Meclisa Herêmî) ya Efrînê ku li gorî fermanên dewleta tirk tev digere, di guhertina demografiya Efrînê de berdewam e. Meclisa Herêmî beriya çend rojan, di 30’ê meha tebaxê de gundeke nû yê bi navê ( Kuweyt El Rehme) da avakirin. Gund bi armanca bicihkirina koçberên ji deverên cuda ên Sûriyeyê tên, tê de werin bicihkirin.

Wekî tê zanîn ev devera ku gund li ser hatiye avakirin berê gundekî êzdiyan bû û di encama topebarana balafirên artêşa tirk de hatibû wêrankirin. Ev gundê nû ji alî komeleyeke kuweytî-filistînî ve hatiye avakirin ku navê (Şam El Xeyriyê) li xwe dike. Bê guman vê komeleya qaşo xêrxwaziyê navê hin rêxistinên tirk ên li herêmê jî li kêleka navê xwe danîne ku bi alîkariya wan ev gund hatiye çêkirin.

Hêjayî gotinê ye ku gundê Xalidiyê yê ku niştecihên wê kurdên êzdî bûn, di sala 2018’an de ji alî balafirên şer ên artêşa tirk ve bi carekê hatibû rûxandin. Ev gundê nû yê ku li şûna gundê Xalidiyê hatiye avakirin dê bibe pêleke din ji pêla guhertinên demografîk ên ku bê navber li Efrînê û navçeyên wê tên kirin.

Back to top button