ManşêtNûçe

Dewleta Tirk siyaseta xwe ya tirkkirinê berdewam dike

Çavkaniyekî herêmî ji hundirê kantona Girê Spî ya dagirkirî eşkere kir ku dewleta Tirk di siyaseta xwe ya tirkkirinê de berdewam e û meteryalên xwendinê di dibistanan de bi zimanê tirkî li kantona Girê Spî dide.

Li gorî çavkanî qaşo “Meclisa Girê Spî ya Herêmî” îro li kantonê vekirina dewreyên zimanê tirkî ragihand.

Heman çavkanî diyar kir ku dagirkeriya Tirk rewşa madî û jiyanî ya ciwanên kantona dagirkirî bi kar tîne û ji ciwanan re dibêje piştî hûn dewreyê bi dawî bikin, hûn ê wek mamoste di dibistanan de perwerdê bidin.

ANHA

Back to top button