ManşêtNûçe

Dewleta Tirk di mehekê de zêdetirî 7 hezar darên zeytûnan ên Efrînê birîn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku bajarê Efrînê dagir kirine, ji 18`ê Adara 2018`an de wêrankirina xwezaya Efrînê dewam dike.

Dewleta Tirk a dagirker darên zeytûnan ku jêdera sereke ya debara şêniyên resen ên kantonê ne û darên din ên li kantona Efrînê ya dagirkirî dibire.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê birîna û hilkirina 7 hezar darên zeytûnan li gundê Meydankê yê girêdayî navçeya Şera di Mijdara borî de, belge kir.

Dagirker bi zanabûn daran dibirin da ku bazirganiya êzingan bikin.

Di heman derbarê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 19`ê Mijdara borî de 350 darên zeytûnan ên gundê Qizil Paşa yê navçeya Bilbilê birin.

Li gorî serjimariyên nefermî, ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê ve 280 hezar dar hatin birin. Lê ji ber ku kes nikare derbasî Efrînê û rewşa li wir bişopîne, dibe ku hejmara qutkirina daran zêdetir be.

ANHA

Back to top button