ManşêtNûçe

Desteya Kar û Barên Civakî sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê û birîndarkirina zarokê bi navê Ebdo Henîfî ku di encama wê de lingekî wî hate jêkirin, Desteya Kar û Barên Civakî a Herêma Cizîrê daxuyaniyek li pêşiya Çerxerêya Osman Sabrî ya Qamişloyê da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê desteyê Hisên El-Elî ve hat dayîn.

Hisên El-Elî diyar kir ku ew wek deste û navendên girêdayî wê, sûcên hikumeta AKP`ê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li ser Kobanê û Zirganê, şermezar dikin. Dewleta Tirk di êrişên xwe de sûcan li dijî mirovahiyê dike, hişt ku zarokê 4 salî yê bi navê Ebdo Mistefa Henîfî bê ling bimîne.

Hisên El-Elî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Meclisa Ewlehiyê û civaka sivîl kir ku li hember êrişên dewleta Tirk erka xwe pêk bînin. Her wiha banga hevgirtina li beramber dewleta Tirk li hemû pêkhateyan kir.

Her wiha Hisên El-Elî ji ajansa me re axivî û got: “Me xwest em wêneyê Ebdo Henîfî yê 4 salî ku bi destê dewleta Tirk lingekî xwe ji dest da, daliqînin û em daxuyaniyekê ji bo şermezarkirina van sûcên neexlaqî bidin.”

Wêneyê Ebdo Henîfî li ber Çerxerêya Osman Sebrî ya li Qamişloyê bi nivîsa “Ez ne terorîst im, lingê xwe dixwazim” hat daliqandin.

ANHA

Back to top button
Close