Çand û HûnerManşêtNûçe

Desteya Çandê amadekariya pêşwazîkirina mîhrîcana Osman Sebrî ya 6`emîn dike

Bi zindîkirina bîranîna rewşenbîrê Kurd ê şoreşger Osman Sebrî, Desteya Çandê ya herêma Cizîrê bi hevkariya Komîteya Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê 11`ê Cotmehê Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya 6`emîn li dar bixe.

Helbestvan û nivîskarê Kurd Osman Sebrî sala 1905`an li gundê Narincê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û di sala 1993`yan de koça dawî kiriye. Apê Osman nivîskar, helbestvan, zimanzan û siyasetmedarekî Kurd bû û jiyana xwe di xizmeta doza kurdî de borandibû, bi taybetî jî li Rojava.

ŞERTÊN BEŞDARÛNA MÎHRÎCANÊ

Komîteya Amadekar a 6`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê şertên tevlêbûna mîhrîcanê diyar kirin. Şertên beşdarbûnê wiha ne; tenê roman têne qebûlkirin, divê hejmara gotinan ne zêdetirî 20 hezar peyv be, divê temenê beşdar ne kêmî 18 saliyê be, divê tevlêbûn bi zimanên kurdî, erebî û suryanî be, her nivîskarek tenê bi romanekê dikare tev lê bibe, divê berhem berê li tu deveran nehatibe weşandin, her wiha hin şertên teknîkî jî hene.

BERNAMEYA MÎHRÎCANÊ

Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya 6`emîn Ebdulmecîd Xelef li ser bernameya mîhrîcanê, wiha got: “Mîhrîcana îsal dê gelek çalakiyên çandî û hunerî cih tê de bigirin, wek dayîna semîneran, lidarxistina panelan, xwendina helbest û kurteçîrokan, serdana gora Apê Osman Sebrî û pêşbirka romanên beşdar bûne.”

Têkildarî sedemên beşdarbûna bi romanan tenê, Xelef ev tişt anîn ziman: “Destpêka çalakiyên mîhrîcanê me hemû berhemên wêjeyî qebûl dikir, lê di dewreya 5`emîn a mîhrîcanê de tenê kurteçîrok bûn. Îsal jî me xwest balê bikişînin ser romanan da ku hîn bêhtir di nav civaka me de were belavkirin.”

Xelef diyar kir ku di romanê de nivîskar bi awayekî berfireh dikare hestên xwe binivîse, her wiha pirsgirêk û aloziyên civakê radixe pêş çavan.

‘NIVÎSKAR DI HILBIJARTINA MIJARA ROMANA XWE DE SERBEST E’

Xelef da zanîn ku armanca wan ji lidarxistina Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ew e ku xwendin di nav civakê de bibe çandek û pêş bikeve, nexasim çanda xwendina bi zimanê kurdî da ku ji helandinê were parastin. Xelef diyar kir ku di dewreya 5`emîn a mîhrîcanê de hejmareke baş ji berhemên zimanê kurdî hebûn û hêvî kir ku îsal hîn zêdetir be.

Ebdulmecîd Xelef di dewama axaftina xwe de got: “Komîteya nirxandinê ji kesên pispor ên ji hundir û derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Par mijara nivîsandina kurteçîrokê hate diyarkirin ku ew jî (Çîroka Şoreşê) bû, lê îsal nivîskar di hilbijartina mijara romana xwe de serbest e.”

DAWIYA MÎHRÎCANÊ

Ebdulmecîd Xelef anî ziman ku deriyê tomarkirinê heta 20`ê Tîrmeha 2022`an vekirî ye, da ku komîteya nirxandinê hemû romanan bixwîne.

Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê diyar kir ku ew ê xelat li romannivêsên zimanên kurdî, erebî û suryanî werin belavkirin, ji bo yê asta yekemîn dê pere were dayîn û pirtûka wî/wê were çapkirin, ji bo yê asta duyemîn jî dê pirtûka wî/wê dê were çapkirin.

ANHA

Back to top button