
“Dest ji Kuştina Jinê Berdin”
Meclisa Jinê ya Partiya Yekêtiya Demokratîk bi pêngavek daye despêkirin. Da kû rê li ber Kuştina Jinê bigre.
Vîna Jinê li ser hemû tiştî reye, ji ber kû Jin Civake û jiyane di sîwana Şoreşa 19 Tîrmehê de. Ev şoreş bû ya Jinê, gihişt deskeftiyan bi dana bedelên mezin pêkhat. Hêla kû doza gelê xwe bighînê hemû qadên Cîhanê. Mil bi mil li gel Zilam karî bibe sîmbola Jina azad ji bo hemû jinên Cîhanê. Weha karî di hemû beşên Sîyasî, Leşkerî, Abûrî, Civakî û Diblomasî de pêşengtiya nivîsandina dîrokê bike, tevahî Civaka xwe li jêr hemû aloziyên Rojhilata Navîn û cîhanê parast, bi taybet jî li ser erdnîgariya Sûriye. Lê mixabin hîna jî bi tawana namûsê tê çewsandin û kuştin.
Di vê derbarê de em weke Meclisa Jinên PYD pêngavekî bi navê “Dest ji Kuştina Jinê Berdin” didin despêkirin.
Ji ber kû Jinê bi destekî çek rakir û bi destê din landika Zaroka xwe hejand
Jinê Dibistan û Ol Parast
Kes û Giyan
Şeref û Niştîman parast
bi dengê bilind em dibêjin
Paşverûtiyê Rawestîne
Deshilatiya xwe li ser jinê Rakin
Keçên Ciwan bi Zorê nedin
Nekujin wan bi Xwînsarî
nijadperestiya xwe li dijî Jinê Rawestîne
Rawestîne
Rawestîne
Dengê Jinê Şoreşe ne Şerme