ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Dê 200 leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê bimînin

Piştî ku Serokê DYE’yê Donald Trûmp diyar kir ku dê yekîneyên amerîkî ji Sûriyeyê vekişin, biryareke nû hate dayîn. Li gorî vê yekê dê 200 leşkerên amerîkî li Sûriyeyê bimînin

Serokê Amerîkayê Donald Trûmp di 20’ê kanûna 2018’an de daxuyaniyek dabû û gotibû “Em li dijî koma DAIŞ’ê bi ser ketin, dema vegera malê hatiye. Zarokên me, jin û mêrên me yên ciwan hemû dê vegerin malê û wê tavilê vegerin.”

Vê biryarê li Amerîkayê rê li ber nîqaşên mezin vekiribû. Şefê Pentagonê û sefîrê DYE’yê yê li nava koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê jî di nav de gelek rayedaran îstîfa kiribûn.

Du meh piştî vê daxuyaniyê, rewşeke berevajî vê biryarê rû da. Berdevka rêveberiya Amerîkayê Sarah Sanders got ku ji bo demekê dê nêzî 200 leşkerên amerîkî li Sûriyeyê bimînin. Sanders diyar kir ku ev koma biçûk dê ji bo ‘parastina aştiyê’ bimînin.

Balkêş e ku ev daxuyanî piştî axaftina bi telefonê ya navbera Serokê DYE’yê Donald Trûmp û Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan hate aşkerakirin.

Di serî de Fransa hevkarên rojavayî yên di nav koalîsyonê de li dijî biryara vekişînê ya DYE’yê helwest nîşan dabûn. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel hefteya bihurî daxuyanî dabû û gotibû “Gelo fikrekî baş e ku Amerîkî ji nişka ve û bilez ji Sûriyeyê vekişin?” Li gorî Merkel vekişîn dê bandora dijminê sondxwarî yên Washîngtonê, Rûsya û Îranê zêde bike.

Washîngtonê jî pêşniyar da hevkarên xwe yên koalîsyonê, ji bo ku li bakur-rojhilatê Sûriyeyê ewlehî were mîsogerkirin ‘hêza çavdêr’ were avakirin. Lê ev pêşniyar di serî de ji hêla Parîs û Berlînê ve, ji hêla endamên koalîsyonê ve hate redkirin.

Back to top button