ManşêtNûçe

Dayîreya Têkiliyên Derve 32 zarok û 15 jin radestî şandeya Fransî kir  

Duh di dîroka 2023-1-23, şandeyek fermî ya hikumeta Fransayê bi serokatiya berpirsê karûbarên kirîzan a hikûmeta Fransayê a Stephan Romatet û pê re şendeyek teknîkî, careke din serdana Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişlo kir.

Şande ji hêla cîgerê hevserokatiyê Fener El Giêt û Rûbêl Biho, endamê Desteya Rêveberiyê Xalid Îbrahîm û endama nivîsgeha YPJ Lana Hisên hatin pêşwazî kirin.

Cîgerê hevserokatiyê Fener El Giêt bi xêrhatina şandeya Fransî kir û teqez kir li ser xurtkirina têkiliyên hevbeş û giringiya rola Fransî li herêmê, û rola wê ya avaker di çareseriya aloziya Sûriyayê, hin dozên hevbeş di çarçoveya karê hevbeş hate nîqaş kirin, her wiha bal kişandin li ser riyên piştgiriya herêmê ji hêla siyasî û aborî ve.

El Giêt teqez kir li ser hevkariya Rêbeveriya Xweser bi Fransayê re û tevahiya dewletan yên ku hemwelatiyên wan ji malbatên DAIŞ li herêmê hene.

Ji aliyê xwe ve Stephan Romatet spasiya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriya kir li ser hevkariya wan bi Fransayê re di serkeftina vê mîsyonê.

Romatet teqez kir ku ew şirîkê wan ne û daxwaza xurtkirina hevkariyê dike ji hêla diyaloga siyasî û pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî bidin welatê wan.

Di dawiya hevdîtinê de 32 zarok û 15 jin radestî şandeya Fransî kirin piştî îmzekirina mîsaqa radestkirina fermî.

Back to top button