DaxuyanîJinManşêt

Daxyanî ji bo raya giştî

Zihniyetên baviksalarî yên tam ji mezntrîn dijminê jinê ye, yê ku zincîrên koletî, şikenandin û zilmê li dora wê girtiye, dîrok jî şahidê tiştê ku wan zihniyetan pêk aniye.

Her gava ku jin biserket û karîbû maf û hêza xwe vegerîne nijadperestî û zordarî li pêşiya wê derdiket.

Di şoreşa me de şoreşa azadî û demokrasiyê, ku bi navê jinê hatiye nasîn destkeftiyên mezin hatine bi destxistin di tevahiya waran de çi leşkerî, siyasî û civakî û ji bilî wê karîbû bighêje astên herî bilind ku bi îrade û vîna xwe serkeftin pêk anîn.

Lê para herî mezin ji jinê re bû ji êş, koçberkirin û qirkirinê, armanca herî mezin ji dijmin re bû bi taybet dewleta Tirk ya faşîzim, yê ku di wê baweriyê de ye ku têkbirina şoreşê girêdayî têkbirina jinê ye, îro em li herêmên di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê dibînin ku ji hovtirîn sûcên derheqê mirovahiyê pêk tîne, ji kuştin, koçberkirin û girtina mezinan heya bi zarokan.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk herî dawî destdirêjî der heqê du zarokan li bajarê Efrîna dagirkirî pêk anî hemû mafên jinan û zaroktiyê derbas kirin.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD van sûcên hovane yên ku li herêmên dagirkirî çêdibe şermezar dikin,  daxwaz ji tevahiya saziyên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin û wan çeteyan muhasebe bikin ji ber ku zaroktî û mirovahî di hebûna wan hêzên çekdar de di xeteriyê de ye.

Em daxwaz ji hemû jinan dikin ku asta têkoşînê bilind bikin li hember tevahiya şêwazê tundiyê der heqê jinê

Em yek destk bin li hember zilm, kuştin û tundiyê

Meclisa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2023-5-13

Back to top button