DaxuyanîManşêt

Daxuyaniya şermezarkirina bikaranîna Tirkiyê çekên kîmyawî

Careke din û li ber çav û guhên civaka navneteweyî, rejîma faşîst a Tirkiyeyê sûcekî nû dike û li ser sûcên xwe yên li dijî gelê me yê Kurd û hemû gelên herêmê zêde dike. Duh, Sêşemê, Rêveberiya Navenda Parastina Gel nasnameya 17 şervanên Hêzên Parastina Gel eşkere kir ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker a bi çekên kîmyayî de şehîd bûne, di tawaneke ku ne cara yekem e hemû xetên sor derbas dike, ku li gelek herêman li hember bêdengiya navdewletî ya bi guman li dijî gelê me yê Kurd çekên kîmyawî yên qedexekirî yên navneteweyî bi kar tîne.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de bi tundî van tawanên dubare yên li dijî gelê me yê Kurd û Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ku parastina hebûna gelê Kurd û mafên wê li herêmê dike şermezar dikin, û em hişyariyê didin welatên herêmê û civaka navneteweyî ku bêdengî li hemberî sûc, destwerdan, dagirkerî û bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê bêîstiqrariyê li herêmê zêde dike û ewlehiya wê têk dibe, û pêwîste welatên herêmê û civaka navdewletî doza Kurd weke rastiyeke dîrokî û faktoreke ewlekarî di xêzkirina pêşeroja herêmê û cîbicîkirina daxwazên mafdar ên gelê Kurd ku ji bo wan têdikoşe, baş fêm bikin, û divê zanibin ku têkoşîna gelê Kurd têkoşîna hemû gelên herêmê ya li dijî Osmaniya nû û daxwazên wê yên berfirehkirina herêmê ye.

Em civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî terora ku rejîma Tirk li dijî gelê me pêk tîne bi tevahî berpirsyar dibînin, û em tekez dikin ku ev bêdengî û bê cesaretê li hember van tawanan wan dike şirîkê wê, herwiha em tekezî li ser pêwîstiya formûlekirina helwesteke navdewletî ji bo zextê li Tirkiyê dikin û daxwaz ji wê dikin ku operasyonên xwe yên êrîşkar li dijî gelê me rawestîne, ji ber ku ev yek binpêkirineke mezin ji rêgezên zagona navdewletî ya mirovî û zagona navdewletî ya mafên mirovan re tîne.

Em bang li gelê xwe û hemû hêzên siyasî, welatparêzê Kurdistanî û demokratîk dikin ku ji bo parastina destkeftî û nirxên gelê xwe û bilindkirina pêngava berxwedanê li gorî rêgezên şerê şoreşgerî yê gel refên xwe bi rêxistin bikin û hemû hêza xwe bixin nava tevgerê, ji ber ku ew garantiya rastîn a parastina gelê me û destkeftiyên wî ye.

19/ 10 / 2022

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

Back to top button