DaxuyanîManşêt

Daxuyaniya dawî ya kongreya 9’emîn ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

Bi drûşmeya ( Bi rûhê şerê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têkbinin û Sûriya ya demokratîk avabikin) kongreya 9’emîn a partiya me li dar ket di dîroka 2022-6-18-19-20 bi tevlîbûna 700 endamê nûnerên ji rêxistinên partiyê û nûnerên wan di hundirê welat û derveyî wê de, û bi beşdariya mêvanên nûnerên Rêveberiya Xwser, partiyên siyasî, Meclisa Sûriya Demokratîk, Hêzên Sûriya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk û nûnerên pêkhateyên civakî û rêxistinên jinan li bakur û rojhilatê Sûriya, û şandina peyamên pîrozbahiyên ji hêla partiyên opozîsyona Sûriya û partiyên kurdistanî.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan kongir bi gotina hervserokatiya partiyê Eyşe Hiso û Enwer Muslin hat vekirin, piştre peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin, piştî gotinên vekirinê bi dawî bûn, xebatên kongir ên girtî li pêşiya raghandinê bi xwendina rapora Meclisa Giştî ya partiyê û meclisa jin destpê kir, rewşa siyasî û rêxistinî û rola partiya me û erkên wê yên niştimanî û netewperwer di qûnaxa berê û bê hat nirxandin.

Pesnê giringiya li dar xistina kongreya me di van şert û mercên hesas û dîrokî ên ku herêm û cîhan bi giştî tê de derbas dibe bi taybet gefên Tirkiyeyê ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriya û xeteriya wê li ser tevahiya herêma Rojhilata Navîn û bandora wê Ii ser kurbûna aloziya Sûriya ku ketiye sala xwe ya 12’an hat kirin, her wiha rêgirtina berbiçav ya operasyona siyasî ya Sûriya û zehmetiya çareserkirina wê di nava riya wê ya siyasî li gorî biryarên navdewletî yên girêdayî biryara navdewletî 2254.

Xebera hedefgirtina rêveber Ferhad Dêrik ji hêla faşîzma Tirkiyê û şehadeta wî bandorek mezin li ser hemû endamên kongir hebû, tekez kirin ku dê riya têkoşînê ji hêla wan bi ruh û têkoşîna şehîd Ferhad Dêrik bilind bibe, ev hedefgirtin dikeve nava qirkirina sîstematîk ya ku dewleta Tirk der heqê tevahiya gelê herêmê di serî de kurd pêk tîne, ku hemû qanûn û urfên navdewletî derbas kir yên girêdayî binpêkirina serweriya gelan û ewlehiya herêmê û aramiya wê.

Nîqaşên beşdaran bi komek ji encaman hat bi dawî kirin tê de tekez kirin li ser:

Derbaskirina kêmasiyan û pirsgirêkan ku opersyona rêxistinî sînordar kirin der barê rexndayîna endaman li ser kêmasiyên wan di kar û erkên wan de li gorî hesasiya qûnaxê û hewcdariya hêza rêxistinî û berpirsyartiyê, her wiha vîna xurt û pêwistiya hevgirtina bi vîna gel re ya ku partiya me hêza xwe jê dibe ji bo rûbirûbûna tevahiya êrîş û siyasetan, tekeziya girtina rastiya gelê şoreşgerî weke pernesîb ji têkoşîna partiya me re ji bo têkbirina dagirkeriyê û avakirina Sûriya Demokratîk pirrengî nenavendî di modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bakur û rojhilatê Sûriya û parastina destkeftiyên bidesxistî ya bi saya fedekariya şehîdan û têkoîşna gelê me.

Her wiha endamên kongir nirxandin ku riya yekane ji bo çareserkirina aloziya Sûrî bi riya diyaloga rast derbas dibe, destnîşan kirina li ser pêşketina hevpeyamanan bi tevahiya hêzên opozîsyona niştimanî ya ku bi çareseriya demokratîk li Sûriya bawer dike, di heman demê de vekirina li ser diyalogê bi desthilata Şamê re ji bo dîtina çareseriyê ji tevahiya dozên niştimanî re di serî de doza kurdî weke dozeke niştimanî adil di nava destûrek demokratîk.

Kongir li ser hedefgirtina hebûna kurdî û tevgera azadiya Kurdistan ji hêla pergalên zalim ên navendî û faşîzma Tirkiyê bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanî û riya îxanetî ji hêla wî ku gefan li desytkeftiyên kurd dike di nav de yên hatin bidestxistin li başûrê kurdistanê herêma Kurdistanî Îraq; sekinîn, her wiha kongir berxwedana dîrokî ya ku hêzên parastina gelêrî û yekîniyên parastina jina azad – star pêk anîn ji têkbirina armanc û daxwazên ku Osmaniya nû hewil dide ku bi dest bixe, weke tê zanîn mîsaqa Milî.

Kongreya me ya 9’emîn çend biryar standin ku yên herî girîng ev in:

Têkoşîna ji bo pêkanîna zadiya rêber APO. Û kar bikin li ser pêşketina hişmendiya parastina rewa û aboriya civakê û şerê gelê şoreşgerî li gel endamên partiyê û gel, û rizgarkirina xakên dagirkirî ji hêla dewleta tirk (Efrîn Serêkaniyê Girê Spî û herêmên Sûriyê yên din) û têkoşîna li dijî projeya faşist a tirk di guhertina dîmografî ku dixwaze pêk bîne li tevahiya herêmên dagirkirî, û pêşketina Rêveberiya Xweser li gorî mkenîzmeyên siyasetên demokratîk, û berfirehkirin û pêşxistina xebata dîblomasî û li dar xistina têkiliyan bi aliyên navdewletî, herêmî û civakî, her wiha xurtkirin û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk.

Kar bikin li ser pêkanîna Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanî û kar bikin li ser li dar xistina Kongreya Niştimanî ya Kurdistanî. Rûbirûbûna şerê taybet yên ji hêla dewleta Tirk tên bi kar anîn, têkoşîna li dijî têgehên desthilatdarî û binpêkirinên li dijî azadiya jinê û tudiya li ser wê. Pêşxistina rêxistina ciwanan. Pêşxistina mekenîzmeya çavdêriyê û şopandina xebatên partiyê, giringiya mezin bidin malbatên şehîdan.

Di dawiya xebatên kongir de soza bilindkirina têkoşînê dan li gorî dilsoziya nirxên şehîdan, soza şehîd Ferhad Dêrik sembola şoreşa 19’ê Tîrmehê ku nimûneyeke ji rêveberê şoreşgerî yê dilnizim û fedekarê têkoşer û nimûneyeke ji fedekariyê ye, em hêza xwe ji wan distînin ji bo berdewamkirina têkoşînê da ku hemû armancên partiyê bidestbixin û parstina destkeftiyên gelê me û dagirkeriyê bidawîbikin û Sûriya demokratîk avabikin, her wiha li gorî felsefeya netewa demokratîk û riya azadiya jin û pêşengiya ciwanan xebat bikin.

Di dawî de Asiya Ebdullah û Salih Muslim hevserokê partiyê hat hilbijartin û hilbijartina 145 endamên Meclisa Giştî, wekî din hilbijartina 7 endamên desteya dispilînê.

Sûriya nenavendî mayîna Sûriya yekbûyî û ewlehî û aramiya herêmê ye

Bijî berxwedana gelê me li Efrînê û Serêkaniyê û Girê Spî

Bijî berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê

Bijî partiya şehîdan Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2022-6-20

Back to top button