DaxuyanîJinManşêt

Daxuyanî ji raya giştî re

Bi diroşmeya “Têkoşîna li dijî her cureyeke tundiyê…Jin..Jiyan..Azadiî” Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD de îro daxuyaniyek weşand, daxuyanî wiha ye:

Di dîrokê de jinê tekoşinek bê hempa li dijî hişmendiya baviksalarî ya ku her jin biçûk dîtiye daye meşandin, tekoşinek ku bi qehermantiye têr û tijeye , dîrokê fedekariya hin jinên ku gihiştin asta şehadetê mîna Jîna emînî, zeyneb saroxan, hind û seda, nagîhan arksal ku ciruskek hêviye daye hemû jinên cîhanê mayinde kir , rixmê vê hêji li ser jinê hemi cureyên tundiye tên meşandin wekî tundiya fizikî, piskilocî , fikrî yên ku bandoriya xwe ser civakê dane avakirin,ev ji di asta yekemîn vedigere hişmendiya malbat, dewlet û urf û datadin kevnar yên di bin navê ol de ne.

Dewletin Hegemon yên ku îro li çar parçeyên Kurdistanê û hemû cîhanê bi hemû rê û rêbazan li dijî me şer dikin, tevî vê yekê jî nikarîn bigihêjin armanca xwe ya ji holê rakirina tevgera azadiya jin ya ku bûye sitiriyek di rêya armancên wan de, ev jî bi saya berxwedaniya mezin ya ku hişt hindek ji van rejiman polîtîkayên xwe ji nû ve xêz bikin di serî de dewleta Tirk ya ku bi hemû rêbazên şerê taybet li dijî jinê bi ajandeyên xwe li herêmê bi kar tîne. Ji ber ku jin rola  bingehîn di yekxistina projeyên demokratîk di hemû qadan de dilîze çi leşkerî be, siyasî, dîplomasî, civakî û aborî, ji ber vê jin bûye armanca yekemîn ya dijmin.

Li ser vê bingehê. baweriya me wek Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li ser doza jin û pêwîstiya bidawîkirina tundiya li ser jinê , li ser bingeha pirensîpên ku em li ser dixebitin, bi armanca hişyarkirina civakê bi perwerdekirina hemû Kom û rêxistinên civakî, ji ber girîngiya piştgirî û parêzvaniya dozên azadiya jinê di civakê de û ji ber ku jin hêza  guhertin û veguherîna demokratîk a civakê ye.

Em daxwaza dikin ku hemu curên tundiye li ser jin werin  rawestandin û em bang li hemû rêxistinên jin ên cîhanê dikin ku ji bo pêkhatina civakeke exlaqî siyasî û avakirina civakeke azad ji bindestiyê li ser îradeya azad a jinan refên xwe bi rêxistin bikin. Bi taybetî banga me ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ku têkoşîna xwe mezin bikin û bi hev re ji bo parastina mafên jinan bixebitin.

li ser vê bingehê ye plansaziya çalakiyên me bi vî awaye be:

– Li ser asta navçe û bajaran rêze semîner werin li dar xistin.

– Nerinên jin derbarî tundiya li ser wan pêk tê werin girtin.

– li ser asta Cizîre di 15″ê mehê de panilek diyalogê ya ku naveroka wê (têkoşîna li dijî her curên tundiyê) were li darxistin.

– pilatformek bi zimanê Erebî li ser asta cizîrê.

– panilek diyalogê li ser asta minbic, Reqa û kantona Efrîn were li darxistin.

– jinên ku rastî tundiye hatine bi wanre hevdîtin were çêkirin.

Meclîsa Jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

14.11.2002

 

Back to top button