DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji gelê me û raya giştî re

Duh şemiyê 6’ê Tebaxa 2022’an, balafireke bêmirov a artêşa Tirkiyê li taxa sînaa ya bajarê Qamişlo, erebeyek kire armanc, ku di encamê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, di nav wan de 2 zarok û hinekên din jî birîndar bûn, ji bilî ziyanên madî yên mal û milkên welatiyan, û beriya du roj ji vê êrîşa dawî ya dewleta Tirk, balafirek xwekujî a bêmirov ya girêdayî dagirkeriyê navenda navçeya Til Rifatê kir hedef, di encamê de 9 sivîl bi giranî birîndar bûn ku 6 jê zarok in.

Ji zêdetirî 2 meh planên dewleta Tirk a ji bo guhertina demografiya xeta sînorê Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû, ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve û bi rêya dagirkirina nerasterast û rasterast li ser xaka Sûriyê deshilatdariya Tirkiyê deverên cografî ji hev veqetandine û hemû şêweyên Tirkkirin û Osmanî li ser wan ferz kirine, tişta ku dewleta Tirk a dagirker di vê qonaxê de dike bi êrîşên xwe yên bi balafirek bê mirov û hedefgirtina sivîlan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn “Asayîş” û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di çarçoveya berdewamiya van planan de ye, û di çarçoveya şerê berfireh ê dagirkeriyê li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû pêkhateyên wê, ji bo têkbirina hêzên gel û hêzên ku di têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de roleke diyarker lîstin.

Dagirkeriya balafirên artêşa Tirk a dagirker li ser esmanê Sûriyeyê, li dijî peyman û lihevkirinên navneteweyî ye, û careke din tekezî li ser wê yekê dike ku rejîma neteweperest a îslamî ya bi nûneratiya Tevgera Netewî û Partiya Dad û Geşepêdanê ya li Tirkiyê desthilatdar e, nikare reftarên xwe yên êrîşkar ên li hember gelên azad û hêzên demokrat ên herêmê kontrol bike, ku Erdogan û amûrên xwe yên terorîst ji bo têrkirina xeraizên xwe yên xwînmij, dudilî nebû ku hovîtiyên li dijî gelên herêmê û bi taybet li dijî gelê Kurd pêk bînin.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de van sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên terorîst li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, em bang li civaka navneteweyî û hêzên navneteweyî yên garantorê peymanên bi dewleta Tirk a dagirker re dikin ku pêşî li êrîşên dewleta Tirk a dagirker bigirin û sûc û binpêkirinên wê yên li dijî xak û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin, û li hemberî van êrîşên faşîst ên rojane em bang li Meclisa Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku herêmeke qedexe ya firînê deyne û nehêle balafirên Tirk li esmanê erdnîgariya Sûriyeyê bifirin, her wiha em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku komîteyên lêkolînê derbarê sûcên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên wê de ava bikin, û hesab ji sûc û komkujiyên ku kirine bipirsin û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyê bi hemû şêweyan bîne.

Rûmet û nemirî ji bo şehîdên me

başbûnek bilez ji bo birîndaran

Şerm ji bo sûcdar û alîgirên wan.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk

2022-8-7

Back to top button