DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya cîhanê

Dewleta Tirk bi rêveberiya rêjîma Partiya Dad û Pêşveçûnê de, hêjî rûyê xwe yê rast derixe, û riyên şêwazê xwe yê xeterî zelal dike li hember dozên gelan û pêkhateyên Rojhilata Navîn û heta di hundirê Tirkiyayê jî bi destserkirina azadiya giştî û bêdengkirina daxwazan û parastina dozên rast,  û bi taybet yên ku rêjîma Tirkiyê kiriye û dike ji siyasetên zordarî di derbarê dengên ku piştgiriyê didin dozên gelên blindest ên li hundir û derveyî Tirkiyeyê, ku desthilatdara Tirkiyê di vê dawiyê de bi hemleyek mezin bi girtina çalakvanan, siyasetmedar û parlementarên Kûrd li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk tîne.

Polîsên bi dehan ji çalakvan girtin ji be ku piştgiriya berxwedana gelê Kûrd li Kobanê di sala 2014an de dikin.

Girtin û destirêjiya ku rêjîma Tirk der heqê siysetmedaran û parlementarên Kûrd dikin, dikeve çarçoveya siyseta qirkirinê ya ku ji hêla faşîzma Tirk ve bi pêşengiya Partiya Dad û Pêşveçûnê pêk tîne

Ev girtinên hovane yê ku rêjîma Enqerayê pêk tîne li dijî welatên Kurd di qonaxa niha de, ji ber tevlîbûna wan di xwepêşandanan de ku li bajar û herêmên Kurdî de li Bakurê Kurdisdanê di dema pênc û nehê de ji meha sala 2014 an de çêbû, dema ku Kurd ji berdêla cîhanê li dijî rêxistinên terorîst li ber xwe dan, ev siyaset nakeve di çarçoveya nakûkiyên siyasî de di navbera Partiya Gelên Demokrat HDPê û rêjîma Tirkiyeyê bi serokatiya AKPê yê piştgiriya terorîstê dike, ne li sûriyayê û herêmê tenê, lê belê li cîhanê bi giştî, ev rastiya rêbaza siyaseta Erdogan e ku demokrasiyê bi hemû şêweyên wê red dike.

Ev girtin û binçavkirina zêdeyê 82 welateyên Kurd li ber ku piştgiriya berxwedanên yên ku li dijî DAIŞ ê li ber xwe dan û serkeftinên ku hemû cîhan jê re şahîdin, ev tê wateya nefreta kor e, ku rêjîma dêkdatorê zordar li hemberî gelên daxwazê azadiyê û demokrasiyê ne, û ev piştgiriyek neyekser ji rêxistina terorîstê DAIŞ’ê ye

Em di Partiya Yekîtiya Demokratîk bi gotinên herî tundî siyasetên ne mirovahî yên xeter ên ku rêjîma hakim li Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd û Hêzên Demokrasiyê şermezar dikin, û bang li hemû rûxistinên navneteweyî yê hiqûqî û mirovahî ku kiryarên rêjîma Tirkiyayê bi lez û bez bisekinînin, her wiha em bang li cîhana azad û saziyên demokratîk dikin ji bo seknandina hemleya qirkirina siyasî ya ku rêjîm dad û pêşveçûnê û alîgiriya wî Partiya Tevgera netewperest li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê pêk tînin.

Em bang li hemû gelê me li hundir bi hemî pêkhateyên wê û li her deverê cîhanê dikin, ku li dijî binpêkirinên dewleta Tirk li dijî gel Kurd rabin.

Meclisa Giştî ji Partiya Yekîtiya demokratîk PYD

Qamişlo 2020-9-26

Back to top button