DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Îro salvegera heftemîn a rizgarkirina Kobanê di 26’ê meha çile de derbas dibe, ku li ser dîrokê îfade ye ku roja serkeftina heqiyê ye, roja serkeftina ronahiyê li ser tariyê û azadî li ser koletiyê, bi rastî em îfade bikin ku ev roj destpêka dîroka nû ya mirovahiyê bi giştî ye, ku di wê demê de Yekîniyên Parastina Gel YPG û YPJ û hêzên girêdayî wê ku mezintrîn pilanek xirab têkbir ku xwest herêmê vegerîne mîna demîn berê ji dagirkerî, dizî û talan kirin û kontrolkirina gelan bi zorê û xurtkiria hişmendiya koletiya jinê ji hêla komên xirab ên cîhanê ku rêjîma Trkiyeyê hemû piştgirî dan wan di riya pêşkêşkirina çek û pereyan û pêşkêşkirina komên hov di kuştin, qirkirin û dîlgirtinê, ji bo bidestxistina ancama yekemîn jê re û ew e qirkirina her mirovekî ku zimanê wî bi demokratiyê û aştiyê diaxive her wiha qirkirina jina azad ya ku tîkoşîn dike ji bo pêkanîna civakek azad, tevî êrîşên hovane ku bi armanca qirkirina kurdan û pêkhateyên herêmê, û piştgiriya ku dihat pêşkêş kirin ji rêxistina DAIŞ’ê re ji hêla rêjîma Tirkiyeyê, lê Yekîniyên Parastina Gel karîbû ajanên dewleta Tirk têkbibin, ew şer û destana ku hevkêşeyên navdewletî û rêça dîrokê guhert û di encama wê de lihevkirinên nû çêbûn ku destpêkirina dawiya vê rêxistina faşîst e, ku têkbirinên wê ên domdar ji Kobanê, bi riya Raqa ve hatin, û li Baghouz bi dawî bû, dewleta Tirk mecbûr ma ku bi xwe ve têkeve van şeran mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, û tiştê ku li Eyn Îsayê çêdibe ji êrîşan, û hedefgirtina Til Rifet û Til Şeran û kuştina sivîlan, jinan û zarokan delîlê vî tiştî ye, bi domandina di siyaseta înkar, faşîzm û nijedperestiyê de û çêkirina komployan ji bo xistina pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriya û êrîşkirina projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi hemû rêbazan û îmkaneyan, zehmetî û astengiyan li pêşiya hemû çareseriyan daniye ji bo çareseriyek berfireh ji aloziya Sûriya ya ku birînên wê hîn bi dawî nebûye bi sedema destwerdanên navdewltî û di serî de destwerdan û dagirkirinên faşîzm ên Tirkiyeyê.

Em di Meclisa Geclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD de û di vê roja ku sibehek nû derket ku di nirxên herî jorîn ên mirovahî, rûmet û fedakariyê de ye, ku zincîrên zilmê bişikîne, em vê serkeftina dîrokî li gelên xwe pîroz dikin ya ku hîn jî fedekarî û şehîdan pêşkêş dike ji bo rûmeta mirovahiyê û balvkirina azadî û demokrasiyê, û em soz didin gelên xwe ku em ê têkoşîn bikin bi hemû riyan û wesîleyan heta rizgarkirina hemû bajarên Sûriyeyê yên dagirkirî ji hêla dagirkeriya Tirkiyeyê.

Her wiha em bang li dewletên destwerdanê di aloziya Sûriya de dikin di serî de Emerîka û Rûsiya û hemû azadîxwazan ku erkê xwe yê exlaqî pêk bînin ji bo sînorekî ji dewleta Tirk û binpêkirinên wê deynin, û wê pabendî bike da ku lihevkirinan pêk bîne û rawestandina şer di hemû astan de çi di riya şaneyên DAIŞê de û çi di riya pergalên wê ên îstxbaratê de.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2021-1-25

Back to top button